
Li sînorê parêzgeha Idlibê di navbera hêzên Tirkiyê û artêşa Sûriyê da şerekî dijwar derket. 33 serbazên Tirkiye hatin kuştin û gelek jî birîndar in.
Rewangeha Sûrî ya bo Mafên Mirovan jî radigihîne, ku karwaneke hêzên Tirkiyê li devera Cebel el-Zawiye ya Idlibê ji aliyê balafirên Sûrî û Rûsyayê ve hatiye bombebarankirin û di encamê de 34 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.
Di destpêkê da Tirkiyê bi rîya parêzgerê Hatayê kuştina 9 serbazên xwe ragihandibû, lê piştra 3 carên din berpirsên Tirkiyê hejmarên serbazên xwe yên kuştî ragihand ku, di encamê da gihîştine 33 kesan.