
Serokê Fraksiyona Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Rolf Mutzenich, daxwaz ji parlemena wî welatî dike, ku ji ber êrîşa Tirkiyê ya li ser bakurê Sûriyê, li dijî Serokomarê Tirkiyê dozekê li dadgeha tawanan a navdewletî tomar bikin.
Mutzenich pênîyar dike, ku divê li dadgeha tawanan a navdewletî gotûbêj li ser êrîşa Tirkiyê ya li ser bakurê Sûriyê bê kirin û li heman dadgehê, dozek li dijî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bê tomarkirin.
Mutzenich dibêje; „Serokomarê Tirkiyê bi awayekî aşkere yasayên navdewletî binpê kirine, lewma jî divê li dadgeha tawanan a navdewletî bê darizandin.“