
Ji vir panzdeh sal berê bû. Em ҫend kes li Almanyayê li mala hevalekî mamoste hatibûn ba hev û li ser jîyana rojane sohbet dikir. Mijara sohbeta me weke hercarê dîsa guherî û hat ser sîyasetê. Sîyaseta Tirkîyê, pirsgireka Kurdistanê û demokrasî. Ji herkesi dengek derdiket û bi taybetî jî di derbarê çareserkirina pirsgireka Kurdî da tu kesî bihev nedikir.
Demokrasî çî ye. Demokrat ji kê rat ê gotin. Kîjan partî û serokê wê zêde an jî kêm demokrat in hwd…
Di nav sohbeta me da navê gelek siyasetmedar û şexsan derbas dibûn.
Yekî got; „hela bala xwe bidin Kurdên li Ewropayê. Kurd dema ku dibin endamê komelekê, wê gave xwe weke rewşenbîr û ronakbîrên bêhempa binavdikin.”
Yekî din gotina wî pesinand û got, “lê dema ku dibin alîgirê partiyeke ҫepgir, wê gave jî xwe siyasetmedar û demokratê herî mezin dibînin.”
Xwedê silametiyê bidê, mamosteyê xwediyê malê tiştekî dîrokî anî ziman û got: “Hevalno em qet serê xwe ne eşînin û hevdû eciz nekin. Bi raya min, di nav kurdan da hê siyasetmedarekî demokrat derneketîye. Ji îro şûnda jî derdikeve û dernajeve, tenê Xwedê dizane. Lê rewşa me di vî warî da ji ya tirkan baştir e. Di dîroka tirkadan yek mirovek demokrat derneketîye û dernakeve jî. Ji ber ku di geneyên tirkatiyê da demokrat û demokrasî cîh nagre.“
Îro mirov rastîya gotinên wî hevalî bêtir baş dibîne. Hê jî li tirkiyê deng û rengê demokrasiyê xuya nake.
Lê dîsa jî peyva demokrasîyê bizêdeyî Kurdên Bakûr û tirk zêde bikartînin.
Gelo ҫima, hûn jî qet li ser vê yekê difikirin?
Gava mirov partî û siyasetmedarê Tirk û Kurd dişopîne, dibêje qey wek kopyayên hev in û hevdû teqlîd dikin.
Ez bawerim, ev yek jî ji perwerdeyî û bikaranîna ji zimanê tirkî pêk tê. Sîstema Dewleta Kemalist bi van herdu xalan Kurd asîmîle kirin û di armanca xwe da jî biser jî ket.
Di vî warî da nêrîna dewlet û milletê tirk, Prof. Kemal Üҫüncü bi kurtayî wiha tîne ziman û dibêje, “Bi zimanê kurdî perwerdehî nabe. Jiber ku zimanê zanistîyê nîne û fzimaneke eqîr e.“
Ev nêrîn ne tenê nêrîna profê tirk e. Hemû akademîsyen û ronakbîr û rewşenbîrê tirk jî weke vî zilamî difikirin.
Sed sal e li tirkiyê perwerdeyî, li ser esasê tirkperestî û bi zimanê tirkiye hate kirin. Di despêka dibistana seretayî û heta qedandina zanîngehê bi neyartiya miletên Kurd, zarok tên perwerdekirin.
Tirk bi neyartîya li dijî hebûna Kurdan û zimanê Kurdî tên perwerdekirin. Kurd jî bi vê sîstemê tên asîmîlekirin. Komara Kemalist sed sal e, bi vê fêl û fêlbaziyê desthilatdariya xwe didomîne.
Roj tê bi biratîya ometê, roj tê bi biratîya gelan dekbazîyê dike û Kurdan dixapîne.
Ji ber ve yeke ye ku, li tirkiyê demokrasi ne qasî serê derziyê cîh girt, ne jî di civaka tirk da mirovek demokrat derket.
Bila Kurd vê yeke bibinin û bi sextekarîya dewleta Tirk nexapin.
Rewşa Tirkiyê ya îro, bi taybetî jikardûrxistina sê şaredarên bajarên Kurdistanê, Amed, Wan û Maêrdîn, jî bi zelalî dide xuyakirin ku, demokratîkbûna tirkiyê jî, bi rîya demokrasîyê çareserkirina pirsgirêka Kurd jî tenê xewn û xeyal e.
Bi xewn û xeyalên bêbingeh, xewa xwe neherimînin.
19.08.2019