
Mesûd Barzanî îro li ser rewşa jiyana welatiyên li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê daxûyanîyek da.
Barzanî di daxûyanîya xwe da dibêje ki, „Tiştên li deverên madeya 140 tên kirin nayên qebûlkirin. Pêwîst e civaka navdewletî û aliyên peywendîdar li ser vê rewşa neasayî bisekinin. Divê Hikûmeta Iraqê di derbarê bûyerên ku li dijî hemwelatiyên Kurd ên li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê tê encamdan berpirsiyariyê hilbigrê û dawî bi wê sîtem û yasaşikandinê bîne.
Ev demeke şewitandina dexl û danên hemwelatiyên Kurd û herwiha kuştin û azardan û birîndarkirina xelkê Kurd bûye diyarde û rojane tê encamdan. Ev tiştên ku ye li hemwelatiyên bêtawan ên Kurd tên kirin kirin, tawanekî mezin û zulmekî eşkere ye.
Binpêkirina yasa û destûr û bihayên mirovayetiyê ye û zengê metirsiyê ye. Ev zulma ku rojane ji ser nasnameya neteweyî tê kirin, sizadan û hilkişandina xelkê ye û nayê qebûlkirin.“