
Parêzerên hevserokê giştî yê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş bi sedema binpêkirina mafên Demirtaş ên azadî, ewlehî, darizandin û hilbijartinê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da bûn.
Dadgehê îro biryara xwe ya di derbarê Selahattin Demirtaş de da û ragihand, ku girtina wî li dijî hiqûqa navxweyî û navdewletî ye. Dadgêhê daxwaz kir ku, jibo berdewamkirina girtina wî heta ku sedem û belgeyên nû neyên pêşkeşkirin, divê di demeke herî nêzîk de were azadkirin.
Herwiha Dadgeha Ewropayî di biryara xwe de da xuyakirin, ku mafên Demirtaş ên girtina dimdirêj û hibijartinê û xala 18emîn a Rêkevtina Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.
Li gor biryarê Tirkiye dê 10 hezar Euro tazmînata manewî û 15 hezar Euro jî bo mesrefên doze bide.