Nivîskar ÎKRAM OGUZ herdu pirtûkên xwe yên bi navê MÎRO û RÊWÎ bi kedekî pirr mezin û bi hempayê bêpîvan nivîsiye.
Civaka ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nebe, ew civak bi gunehkarî dijî û ezmûna wê bi gunehan derbas dibe.
Xweda cc mirovahî û jiyana wî ya gerdûnî bi vîna azad daye nasîn û li gel jiyanê bi vîna azad jiyaneke bi ezmûn bipar kiriye.
Lewra her zindî di dawiya jiyana vî gerdûniyê de tere ber teraziya kirdarên jiyana gerdûnî û dawî an bi bîhuşt e an jî bi dojehê tête ceza kirinê.
Mijara pirtûk a bi navê MÎRO serpêhatiyên malbatên ku ji bela bê dewlet ji ber zor û zexta dawletên desthilatdar, koçber kirine û bûyerên ku jiyane ye.
Bi rastî, dema min dest bi xwendina MÎRO kiribû li ser min gelek tesîr mabûn.
Lewra heman jiyan a mijara Mîro bi serê her malbatên Kurdan de cihê xwe girtiye. Ji ber wî pir hewceye ku naveroka pirtûkê û serpêhatiyên di dirokê de qewimiye, divê îro her kesên kurd bixûne û jê sûd werbigre.
Ji bo nirxên netewî û jiyaneke serkeftî ya jiyana bi rêzik, divê her malbatên xwedî zarok di malên xwe de van pirtûkên wek roman hatine nivîsandin û weşandin, hebin. Van pirtûkan ji bo nasîna serpêhatiyên dîrokî, ji zarokên xwe re bixwînin.
Mijara pirtûk a bi navê RÊWÎ jî, asîmîlasyôn e. Bi kîjan teknîkê va gelê bindest ji koka tên dûrxistin û bi netewa gelê dagirker va tên girêdan.
Mijara REWÎ, li ser bûyerên ku di destpêka Komara Tirkiyê û hemandemê de Dewleta Îran, Sirûye û Iraq, bi kîjan metodê û çawa Gelê Kurd ji çand û dîroka xwe dûr ketîye û bi perwerdeyeke dagirker jiyana wî guherîye, hatîye nivîsandin.
Lewra gor dîtina min, xwendina vî pirtûkê ji zarokan re dibe sedema nasîna serpêhatiyên bi çand û dîn û dîroka xwe. Ji ber wî qasê ger di mala ku tê da zarok hebin û di wê malê da pirtûkên wekî RÊWÎ tunebin, kêmasiyek pirr mezine.
Lewra pirr hewceye, pirtûkên wusa di mala her kurdekî da hebe. Di wê malbatê da weke pirtûkên dîrokî werin xwendin, ku di sedsala bîstûyekî de xwe hînê jiyana netewa xwe bi rêzikî bikin. Û tu wextê ew serpêhatiyên di dîrokê de qewimîne, ji bîr nekin û di jiyana malbatî û jiyana civakî da xwe perwerde bikin.
Malbatên ku di jiyana wande xwendin hebin, zarokên wan jî bi çand û hunera xwe mezin dibin û di hemandemê ji bo netewa xwe karên bi rûmet dikin.
Bi awayek teknîkî malbata ku bi rêzikên çanda xwendinê ne, zarokên wan jî bi hêstewarî jiyanê nas dikin, ew zaroka bi armanc mezin dibin û gelek feyda xwe ji civakê re çêdibin.
Lewra ji gelê tevahî cîhanê zêdetir hewcedarî ya civaka Gelê Kurd bi perwerdê û xwendinê heye.
Spas ji bo keda wî ya bêhempa û bêpîvan ya ji nivîskarê pirtûkên bi navê MÎRO û RÊWÎ Kekê Îkram Oguz re.
Behçet Ateş: 31-10-2018