Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ku hêzên wan ji bo şêwira leşkerî li Mibicê bûn û piştî bi dawîbûna erkên wan xwe ji bajêr vedikişin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekî dîyar kir ku ew hêzên xwe ji Minbicê vedikişînin.
Di daxuyanîyê da tê gotin: “Em di çarçoveya stratejiya giştî ya li dijî terorê da ji bo alîkariya Encûmena Leşkerî ya Minbicê çûbûn bajêr, da ku wê herêmê ji rêxistina DAIŞê rizgar bikin.
Piştî ku bajarê Minbicê hate rizgarkirin, ewlekarî û aramî li herêmê pêk hat, hêzên me di 16ê Mijdara 2016ê da ewlekariya herêmê radestî Encûmena Leşkerî ya Minbicê kir.
Li ser daxwaza Encûmena Leşkerî ya Minbicê komeke fermandarên me bi hêzên leşkerî yên Minbicê ra wekî şêwirmendên leşkerî man û di warê perwedeyê da alîkariya Encûmena Leşkerî ya Minbicê kirin. Ev yek jî bi awayekî hemahengî û bi şêwra Hevpeymaniya Navdewletî pêk hat. Xebatên koma me ya ku ji şêwirmendan pêk dihat hata dema amadekariya vê daxuyaniyê jî dewam dikir. Piştî zêdeyî 2 salan ji berdewama karê wan, Encûmena Leşkerî ya Minbicê gihişt asta ku êdî bikaribe di aliyê perwedeyê de rêveberiya xwe bike. Ji bo vê yekê Fermandariya Giştî ya YPG’ê biryara vekişandina şêwirmendên xwe yên leşkerî da ku ji Minbicê vebikişin.
Nameya me ji hemû cîhanê ra ew e ku em ê tekoşîna xwe ya li dijî teroristan bidomînin, em ê wan têk bibin û ewlekariyê li tevahî herêmên rizgarkirî pêk bîn in. Di heman demê da eger pêwîstî çêbibe dê hêzên me demildest banga xizmên me yên Minbicê pêk bîn in.“