Leşkerên Tirk bi duayan berê xwe dan şerê li dijberî Kurdan, hêdî hêdî bi selwatan bêcan vedigerin.
Duh li derdora bajarê Kilîsê, îro jî li herêma Afrînê leşkerekî ji artêşa Tirkiyê ya di operasyona li dijî Efrînê de hat kuştin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşgolu li ser hesabê xwe yê Twitterê radigihîne ku di çarçoveya operasyona li dijî bajarê Eferînê yê Rojavayê Kurdistanê da leşkerekî artêşa Tirkiyê bi navê Oguz Kaan Usta hatîye kuştin.
Êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê îro derbasî roja sêyem bû.
Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak ji Kilîsê radigihîne ku veguhestina hêzê li ser sînor berdewam e û gelek balefirên bê pilot li herêmê keşfê dikin.
Peyamnêrê Rûdawê jî herwuha têkez dike ku li Deriyê Sînor ê Oncupinarê û yên din çûn û hatina ambûlansan zêde bûye.
Maşallah Dekak radigihîne, gelek ambulans ji Deriyê Sînor û Oncupinar û Cîlvegozû derbasî aliyê Rojava yê Kurdistanê dibin û tên. Bi çûn û hatina van ambûlansan jî diyar e ku birîndar an mirî tên veguhestin lê hejmar nayê zanîn û herwiha nayê zanîn ka ewên tên veguhestin ser bi çi aliyekî ne.”