Şirovekarê portala Al Monitorê Maxim Suchkov li ser hesabê xwe yê twitterê dîyar dike ku Îsraîl ji bo piştevaniyê li Herêma Kurdistanê bike, ligel Rûsyayê dest bi tevgeran kirye.
Maxim Suchkov radigihîne ku, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Rûsyayê Vlidamir Pûtîn roja 18ê vê mehê, di peywendiyeke telefonî de, behsa giştpirsiya Kurdistanê kirine û Netanyahu ji Pûtîn re gotiye yek ji bijardeyên wan bo parastina Herêma Kurdistanê û alîkarîyê, asmanê Sûriyê bikar bîne.
Maxim Suchkov behs dike ku, Rûsiya di wê baweriyê de ye ku beşdariya Îsraîlê di pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexda de karekî baş nabe û li şûna çareseriyê wê pirgirêkan aloztir bike û ew yek dê ji bo tevgerên Rûsyayê yên bo petrolê dê bibe metirsî.
Gor nerîna şirovekar, Bexda ji peywedniyên Rûsya û Herêma Kurdistanê nerazî ye, lewra Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî dê biçe Moskow û liser wê mijarê gotûbêjan bike.
Suchkov herwiha diyar dike, tevî ku Kremlinê di daxuyaniya xwe ya fermî de behs nekiribe, lê di axaftina bi telefonê ya Pûtin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de jî mijara Herêma Kurdistanê hatiye nirxandin.
Her wuha Ajansa Reutersê jî di 20 cotmehê 2017an de ji zare berpirsekî bilind ê Îsraîlê belav kir, ku Benyamîn Netanyahû li dijî êrîşên ser kurdên Başûrê Kurdistanê yên artêş û hêzên çekdarên Iraqê, di nava serkirdeyên cîhanê de karê lobî dike da ku piştevaniyê kom bike.