Bîrmendê navdarê Rûs û Şêwirmendê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Dugin ji Rûdawê re ragihand, Kurd dê her referanduma serxwebûnê pêk bîne û ragihandina serxwebûnê jî hêsan e. Dugin tekez dike, lê belê bi dest xistina piştgiriya welatan zehmet e.
Aleksandr Dugin ku ji bo pêşkêşkirina semînarekê bi navnîşana “Urasya û Rojhilata Navîn” li Navenda Lêkolînan a Rûdawê li Başûrê Kurdistanê ye, îro pêncşembiyê li Hewlêrê derbarê hewlên Kurd ji bo serxwebûnê daxuyaniyek taybet da televizyona Rûdawê.
Dugin li ser pirsa Kurd axivî û got: Pirsa Kurd aloz e, Kurd bi ser çend welatan de dabeş bûne û li her kuncikekî erdê di rewşên ciyawaz de dijîn. Serxwebûn tiştekî baş e, lê belê berî ku em piştgiriya serxwebûna Kurd bikin an jî em red bikin, pêwîst e pirsa nasnameyê yekalî bibe. Ev yek tiştekî zelal e, ku Kurd dê her referandumê ji bo serxwebûnê li dar bixe.
Derbarê piştgiriya Rûsya ji bo serxwebûna Kurdistanê de, Aleksandr Dugin got: Mijara piştgiriyê vedigere ser helwesta Rûsyayê, Îran û Tirkiye û welatên din ên zilhêz. Ragihandina serxwebûnê hêsan e, lê belê bi dest xistina piştgiriya welatan zehmet e.
Li ser mijara birêveçûna hilbijartinên serokatiyê li Îranê jî, Dugin di bersiva pirsyareke Rûdawê re da xuyakirin: Di hilbijartinên Îranê de, bijarde di destê îraniyan bi xwe de ye, ew her biryarekê bidin, Rûsya bi şêweyekê yasayî dê îtîrafê pê bike.
Şêwirmendê Koşka Kremlînê di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir: Ji niha ve em piştgirî li partiya Miyanrew û Geşepêdanê dikin, ku Ruhanî rêberiya wê dike. Em piştgirî li partiya muhafizekaran jî dikin, eger ku Reyîsî kursiya desthilatê girte dest. Ez weke xwe piştgirî li Reyîsî dikim, ku nûneratiya muhafizekaran û sîstemeke pabendî nerît û sunnetên îranî dike, ku tiştekî baştir e. Rûsya dikare li gel her du aliyên partiya miyanrew û geşepêdanê û partiya konservatîb pêwendiyê saz bike. Aliyên erênî di her du partiyan de tên dîtin.
Rudaw