Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Kurdistan û şerê dijî DAIŞê de zaniyarî da Dîplomat û Konsulusên biyanî herwiha di wê civînê de pêdagirî li ser referandûmê û mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê kir û got divê cîhan zanibe ku gelê Kurdistanê çi dixwaze.
Îro Çarşemê 6/1/2016 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel nûner, dîplomat û Konsulusên welatên biyanî yên li Kurdistanê de civiya.
Di civîna han de Serok Barzanî derbarê rewşa siyasî û navxweyiya Kurdistanê de zaniyarî pêşkêşî Dîplomat û Konsulusên welatên biyanî kir û balkêşande ser hin arîşeyan ku serî hildane û tekez li ser birîna bûdceya Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve û herwiha hatina nêzî 2 miliyon penaberan bo Kurdistanê kir.
Serok Barzanî herwiha derbarê şerê dijî DAIŞê û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DAIŞê de jî zaniyarî pêşkêşî beşdarwanên civînê kir û ragihand ku, DAIŞ gefeke li ser hemû cîhanê û pêwîst e welatên cîhanê nakokiyên xwe têkel bi şerê terorê re nekin û tenê giringiyê bi jinavbirina DAIŞê bidin.
Serok Barzanî di wê civînê de pêdagirî li ser referandûmê û mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê kir û got divê cîhan zanibe ku gelê Kurdistanê çi dixwaze û çawa biryarê li ser çarenivîsa xwe dide û cihbicihkirina îradeya xelkê Kurdistanê jî di dema guncaw de û bi awayekî aştiyane û dûr ji tundiyê dibe.
Di beşekî din ji vê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê kir li hmber nakokiyên navçeyê û yên mezhebî û ragihand, nakokiyên mezhebî beşeke xeternak e û gelê Kurdistanê ne xwedî nakokiyên mezhebî û ne jî ne jî qet dê hebe, herwiha qet nabe beşek ji wan nakokiyan.
Nûner û konsulên welatan li Hewlêrê sipasiya Serok Barzanî kirin bo lidarxistina vê hevdîtinê û hêviya serkeftinê ji gelê Kurdistanê re xwestin û pesnê Hêzên Pêşmerge û serkirdatiya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de dan, herwiha pêzanîna wan hebû bo xoragiriya gelê Kurdistanê û ferhenga pêkvejiyan û lêborîna gelê Kurdistanê.