Berê tişteke ters biqewimîya jinepîran ji hev ra digotin; „Lêle mahrumê hela rabe binihêre, dinya berevajî bû ye“.
Dema ku mirov îro li rewşa Tirkîyê dinihêre û ew bûyerên ku di van salên dawî da diqewimin, dibîne, mirov dibê dinya nebe jî, bi rastî Tirkîye berevajî bû ye…
Ji destpêka damezrandina Komara Tirkîyê vir da ne tenê siyasetmedar û rêvebirên hêz û partîyên Kurd, nivîskar, rojnamevan û ronakbîrên Tirk jî peyva Kurdistanê bikarbianîyan, berê siyasetmedar û rêvebirên Dewleta Tirk dengê xwe bilind dikirin, dû ra jî dozgerên dewletê di derheqê wan da biryar didan û ew di nav yek rojekî da dihatin girtin. Heta van salên dawîyê jibo bikaranîna peyva Kurdistanê bi hezaran kes hatin binçavkirin, bi mehan zilm û tade dîtin û bi salan di heps û zîndanan da man.
Kurd an jî Tirk, navê wan dibû dabeşker û terorîst, cîh û warên wan jî dibû heps û zîndan.
Roj hat, dinya guherî.
Rojhilata Navîn ser û binê hev bû.
Derîyên ku li ser Kurdan da hatibûn girtin, li pêy hev yekoyek vebûn.
Berê Kurdên Başur azadîya xwe bi dest xistin û ji xwe ra Dewleteke Herêmî ava kirin.
Tekoşîna Kurdên Bakur, ew tekoşîna ku ji sedan sala berê da destpêkiribû, îro, roj bi roj ber bi çareserîyê diçe.
Kurdên Rojava, wek Kurdên Başur gavên dîrokî davêjin.
Dewleta Tirk jî di gelek xalan da sîyaseta xwe ya qirêj û hov guhart. Ew jî îro jibo çareserkirina pirsa Kurd, bi hêz û partîyên Kurd ra danûstandinê dike û gav davêje.
Sedem van guhartinan îro ne sîyasetmedarên Kurd, ne jî nivîskar û rojnamevan û ronakbîrên Tirkên ku di nivîs û axaftinên xwe da peyva Kurd û Kurdistanê bikartînin, êdî bi dabeşkerî û terorîstîyê nayên tawanbarkirin.
Êdî di kanalê televîzyonên dewletê da jî navê Kurd û Kurdistanê bê pirsgirek tê bikaranîn.
Partîyên legal, bi navê Kurdistanê tên damezrandin û bi eşkere kar û barên xwe yên sîyasî dikin.
Tirk û Kurd bi pirranî rûmetê didin vê guhartinê û pêvajoyê diparêzin…
Lê hin kes jî hene ku ji vê pêvajoyê nerazîne, ew jî hinek Kurdên dijberî PKKê û Tirkên dijberî AKPê ne.
Kurdên dijberî PKK dibên; „Dewlet çima tenê bi Evdile Ocalan û PKKê ra danûstndinê dike…“
Tirkên dijberî AKPê jî dibên; „Kurd çima bi AKPê ra radibin û rûdinên…“
Gotinên herdu alîyan çiqwas gotinên maqûlbin, ewqas jî ji realîta Kurd û Tirkan ya îroyîn û ji şert û mercên sîyasetê dûr in.
Ji ber ku ne AKP bi dil û can dixwaze bi PKKê ra rûnê, ne jî PKK dixwazê bi AKPê ra…
Pêwistîya herdu alîyan jî bi hev he ye.
AKP li Kurdên oldar digere, PKK jî li Tirkên çep…
Ne AKP dikare ji Kurdên oldar bervêder derîne, ne jî PKK dikare Tirkên çep bike rêvebirên Dewleta Tirk…
AKP mecbûrî PKKê ye, PKK jî mecbûrî AKPê…
Dijberên Erdoxan û AKPê, ha yên çep ha jî yên rast, hata îro ji bo çûyîna Erdoxan çi ji destê wan hat, wî kirin û hê jî dikin. Lê ne ew bi ser dikevin, ne jî Erdoxan ji cîhê xwe dileqe.
Ew çi bikin, Erdoxan di demek kurt da kirinên wan pûç dike û rê li ber wan digre. Şirîgên wî yên berê bertilxwurên derdora wî eşkere dikin, ew mijarek nû tîne rojevê û wan neheq dertîne…
Dozgerên dewletê di derheqê kesên ku li der dora wî kombûnin, dawe vedikin, Erdoxan bi yek gotineke xwe cîhê dozgeran diguherîne û îdiayên wan di destên wan da dihêle…
Ne çewtî û xeletîyên Erdoxan û yê kesên li der dora wî, ne jî rastgotinên dijberên wî tesîr li desthilatîya wî dike…
Kî çi bike û çi bibêje, gel piştevanîya Erdoxan dike…
Rewşa PKKê û Kurdan jî wek rewşa AKPê û Tirkîyê ye…
Jibo rêvebirtîya dewletê AKP bêalternatif e, jibo nûnertîya Kurdan jî PKK e…
Sedem vê yekê ye ku, ew Kurd û Tirkên ku jibo danûstandina AKPê û PKKê nerazîbûna xwe tînin ziman, gotin û rexneyên wan çiqwas rast û di cîhdabin jî, ew bi serê xwe tenê ne bes in…
Bi gotin û rexneyên wan, ne AKP ji rêvebirtîya dewletê xwe şûn da dikişîne, ne jî PKK xwe ji nûnertîya Kurdan…
Lê kîngê ku ew, gor gotin û rexneyên xwe di nav gel da bixebitin û bibin aternatîf, wê demê şûna AKPê û PKKê negrin jî, dikarin di gelek xalan da tesîr li wan bikin û wan biguherînin…
Mixabin, îro gotinên wan ciqwas rast, rexneyên wan çiqwas maqûlbin jî, xêncî wan ne tu kes dibhîze, ne jî tu kes ray û ramanên xwe diguherîne…
20.12.2014
ikramoguz@navkurd.eu