Ji bo parlamentoya Tirkîyê çar meh şûnda hilbijartin çê dibe. Partîyên Tirk û Kurd, yên bi hêz û bê hêz hemû têkilî vê hilibijartinê dibin. Yên ku xwedî şert û mercên beşdarbûnê nînin, ew jî xwe dixemilînin û ji bo sandeliyeke lı parlamentoya Tirk li tifaqan digerin…
Qasî ku ez dizanim heft partîyên Kurd hene. Ew jî, BDP, PAK, KADEP, Hak-Par, Xuda-Par, PDK û ÖSP ne.
HDP, çiqas xwe wek partîyeke Tirkîyê binav bike jî, xêncî çend kesên çepên bê serî û bê berate, hemû endam û rêvebirên wî ji Kurdan pêk tên. Sedem vegotinên rêvebirên HDP’ê, mirov dikare bêje, ew çiqas partîyeke Kurdistanî nebe jî, partîyeke Kurd e. Xêncî rêvebirên wê, hemû kes, Kurd an jî Tirk, wê wek partîyeke Kurd dibînin û bi wî rengî bi nav dikin.
Ji van partîyên Kurd, BDP bi îradeya xwe têkilî hilbijartinê nabe û piştgirîya HDPê dike. PAK, KADEP û ÖSP şert û mercên beşdarbûna hilbijartinê neanîne cîh.
Xuda-Par li hinek bajarên Kurd têkilî hilbijartinê dibe.
PDK têkilî hilbijartinê nabe, jiber ku divên, „em partîyeke Kurdistanî ne“.
Ji partîyên Kurd yên ku li seranserî Tirkîyê têkili hilbijartinê dibin, ew jî vê gavê HDP û Hak-Par in.
Hak-Par çiqas bi hêz e û ji çend Kurdan rey distîne, ew ji nuha da kifş e! Bi dehan carane beşdarî hilbijartıne dibe, lê di hercarê da ne kêm, ne jî zêde dibe!
HDP jî cara yekemîne ku bi navê xwe beşdarî hilbijartinê dibe û ji bo derbasbûna bendava hilbijartinê dixebite.
Sedem vê yekê îro li seranserî Tirkîyê rojeva Kurd û Tirkan hilbijartin e, mijara rojevê ya yekemîn jî HDP û helwesta wê ye.
Di vê mijarê da tiştên ku bala min dikşîne, ji rastî û çewtîya HDP’ê zêdetir, nerîn û vegotinên Kurdên ji dûrî HDP’ê ne.
Dema ku ez nêrîn û vegotinên hinek partîyên Kurd yên heta nuha anîne ziman, didim berçav û li helwesta wan a îroyîn dinihêrim, ji duristîya wan û kurdayetîya wan dikevim şikê.
Ne di nabeyna nav û daxwazên wan da, ne jî di nabeyna vegotin û kirinan wan da ahengîyek heye.
Berjewendîyên wan yên kesane li kîjan alî be, ew jî li wî alî diqulibin.
Ne ji vegotin û kirinên xwe yên dulibî, ne jî ji alîgirên xwe şerm dikin.
Heger di rojevê da hibijartin tunebe, vegotinên mezin dikin û dûr û dirêj davêjin. Dema ku hilbijartin were rojevê, wê demê jî hemû vegotin û kiryarên xwe yên heta wê rojê ji bîr dikin û xwe davên ser bazara berendametîyê…
Heta çend roj berê rêvebir û serokê kîjan partîyê devê xwe vekira, digot; „HDP partîyeke Kurd û Kurdistanî nîne. Ew projeya Ocalan û Fidan e.“
Îro jî, ji bo destxistina postekî parlamentoya dewleta Tirk, li ber derîyê HDP’ê ketine rêzê û bi teorîyên vik û vala ji berjewendîyên xwe yên qirêj ra qilifan didirûn.
Yek dibêje; „Gelê Kurd yekitîya me dixwaze“.
Yekî din dibêje; „Yekitîya me serkeftina gelê me ye“.
Rast e, yekitî, şanîdêra serkeftinê ye.
Bê yekitî û bê tifaq serkeftin, xewn û xeyal e.
Lêbelê, yekitî ji dil û can û ji bo berjewendîyên gel nebe, dawîya wê kambaxî û malwêranî ye…
Tu dibêjî, kambaxî û malxirabî weki qeder e, bi pêsîra Kurdan girtîye û tu car bernade…
Di warê sîyasetê da, nav û navnûçikên wan çiqas ji hev cûda bin jî, bi raya min hemû Kurd weke hev in.
Ne yek ji yekî kêm, ne jî yek jî yekî zêde ye…
Jiber ku, qumaş jî, derzîvan jî yeke.
Lê dîsa jî heger pîvana rastî û çewtîyê, ahengîya vegotin û kirinê be, helwesta HDP’ê ya ji bo hilbijartinê, ji helwesta hemû partîyên din rastbîntir e.
Jiber ku ew wek partîyeke Tirkîyê xwe bi nav dike û gor wê mebestê dilive.
Hemû partîyên din, nav û kiryarên wan, hêz û daxwazên wan ji hev cûda bin jî, helwestên wan yên ji bo hilbijartinê yek in.
Ew, wek gulên berbirojk, ji sibê heta nîvroyê bi awayekî, nîvroyê şûnda jî bi awayekî din diaxifin û qibleya xwe gor berjewendîyên xwe yên kesane diguherînin…
10.02.2015
ikramoguz@navkurd.eu