Çend roj berê serokê BDP’ê Selahaddin Demirtaş, nuha jî Altan Tan dibêjin Erdoxan û hevalên wî dixwazin Kurdistaneke Yekgirtî damezrînin…
Ez bawerim ev gotin ne ya Demirtaş, ne jî ya Altan Tan e. Xwedîyê vê gotinê Kemalîst û hevalbendên wan in.
Ev gotineke nû jî nîne, bi salane tê ziman.
Gor Kemalîstan, Erdoxan Hevserokê Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin (BOP)’ê ye û encamê serkeftina vê projê yek jî damezrandina Kurdistaneke Yekgirtî ye.
Bi rastî ew jî dizanin ku Erdoxan ne Kurdistaneke Yekgirtî ne jî serkeftin û azadîbûna Kurdan dixwaze. Ji bo Kurdan daxwaza Erdoxan û hevalbendên wî ewe ku, Kurdan wek bi biratîyê Îslamê bixapînin û wan weke birayê xwe yên piçûk û bê mîrat bihêlin..
Lê Kemalîst bi zanayî vê rastîyê berovacî dikin û bi wan gotinên xweyên derew, dixwazin gelê Tirk ji Erdoxan dûrxînin û wî ji ser text daxînin…
Mirov wan fêm dike û gor gotin û nîyeta wan, rêya xwe şaş nake û na xap e.
Lê dema ku Kurdek bi vî awayî bi axife û Erdoxan û hevalên wî bi damezrandina Kurdistanê tavanbar bike, ew yan ne Kurd e, heger Kurd be jî di ruhê wî da misqala kurdayetîyê nîne…
Wek li jor jî min got; di vî warî da jî nîyeta Erdoxan kifşe û ew di her firsendê da jî raste rast tîne ziman.
Heger nîyeta Erdoxan damezrandiana Kurdistaneke Yekgirtî be, Kurdê ku di ruhê wî da misqalek kurdayeti hebe, ji bo vê yekê ancax şa dibe…
Lê di mirov da ruhê kurdayetîyê tune be, mirov serok û hevserokê partîyeke Kurd be jî, dijberê xwe an jî neyarê xwe ancax bi vê yekê tawanbar dike…
Ev gotinên Selehadîn Demirtaş û Altan Tan tînin ziman bê sebeb nînin. Sebebê wê jî Kongreya Demoqratîk a Gelan (HDK) ye. Gor raya min HDK projeyek Dewleta Kur e û armnca wê jî bi navê demoqrasî û aştîyê quraftina Kurdan e.
Selehaddîn Demirtaş û Altan Tan bi van gotinên xwe, li alikî tesîra HDK’ê ya li ser Kurdan, li alîyê din jî rastîya gotinên Leyla Zana tesdîq dikin.
Gotin û kirinên rêvebirên HDK’ê Ertuxrul Kurkçu, Levend Tuzel û Sirri Surreya tên zanîn. Ne hewceye ez wan dubare bikim.
Leyla Zana çi gotibu?
„Rêvebirên BDP’ê ji bo gelê Kurd dixebitin û ji bo destxistina mafên Kurdan tekoşînê dikin, lê mixabin di hestên xwe da ne Kurd in.“
Loma, li alîkî qaşo doza Kurd û Kurdistanê dikin, li alîyê din jî bi damezrandina Kurdistanê Erdoxan tawanbar dikin…
25.09.2012
ikramoguz@navkurd.eu