Du sal berê li Îstenbolê konferansek li ser pirsa Kurdî hatibû amadekirin. Di wê konferansê da Prof. Mumtazer Tûrkone, ji bo siyaseta dewletê ya li ser pirsa Kurdî mîsalek dabû. Mumtazer Tûrkone digot, „rojek mirovek bi otomobîla xwe li meydana Taksîmê li derdora hêykelê Ataturk dizivire. Ne yek car, ne du car. Ji sibê hata êvarê derdora hêykel tere û tê. Di dawîyê da bala polêsek trafîkê dikşîne. Polês li pêşîya erebê digre û jê dipirse: `Bavê min li te xêr e. Tu çima ji sibê virda li derdora hêykel diçî û tê?‘ Siwarê erbê ji polês ra dibêje; memur beg li qisurê min nenêre, sînyala mina çepê xirab bûye, nayê şuna xwe. Loma ez mecbûrim gor sînyalê derdora heykel herim û werim. Dewletê jî carek hebûna kurd a û çand, huner û zimanê kurdan înkar kirîyê. Ji vê sîyaseta xwe venagere û derdora xwe da diçe û tê“.
Îro, dewlet nîyeta wî çi dibe bila bibe, sîyaseta xwe ya berê hêdî hêdî terk dike û gav davêje. Ji wan gavan yek jî di televizyona dewletê da weşana bi zimanê kurdî ye. Min di nivîsa xwe ya berê da jî gotibû, ev gav ji bo gelê kurd gavekî girînge û dîrokîye. Bese ku Kurd vê gavê baş binirxînin û bi wê tenê razî nebin.
Kurdên ku îro di vê projeyê da cîh girtine, ez piranîya wan ji nêzikva nas dikim û tu carî ji kurd û kurdperwerîya wan şik nakim. Ji bernamevanan heta mêvanên wan, kî ku dipeyîve, derd û kulê gelê kurd tîne ziman û ji bo çand, huner û zimanê kurdî xwe amade dike…
Deh roj e, hata ku dikarim TRT-Şeşê temaşe dikim. Min di weşanên wê da di derheqê kurdan da tiştekî xirab nedît, heger wuha biçe nayên dîtinê jî. Wek îddiayên hinekan ne kesek bi zimanê me ji me ra dide xebera, ne jî li me heqaretê dike.
Bîlakîs di hinek kilamên ku tê da hatine weşandin, di wan da yekoyek dijbertîya dewletê he ye û dema mirov wan stranan di TRT’ê da guhdarî dike, şaş û metal dibe…
Kêmasîyê wî tu nin?
Gelek in û lê ew kêmasî gere nebin sedemên dijbertîya wî.
Lê xuyaye, ne tenê sînyala dewletê, sînyala hinek kurdan jî xirab bûye û ew jî ji sibê heta êvarê li der dora xwe diçin û tên û di ezberên wan da çi heye, wan dubare dikin.
Bi rastî ew jî, bi wan gotinên xwe yên dubare bawer nakin, lê carê plaq destpêkirîye, naxwazin wê bidin sekinandinê…
Dibêjin yen ku di vê projeyê da cih girtine „qorucîyên çandî“ ne.
Çima?
TRT-Şeş Tlevizyona dewletê ye…
Gelo kurdan di hemû warên jîyanê da têkilîyên xwe ji dewletê qetandine ku, em bêjin ev têkilî xirab e.
Kurdekî ravayê min bidin ku bila bêje ez ji bo xizmeta gelê kurd naxwazim bi dewletê ra rûnêm.
Madem ku em bi piranî çareserîya vê pirsê dixwazin bi warekî demoqratîk va hal bibe, ev gav jî gavekî demoqratîk e û di navbera wê û daxwazên me da nakokîyek jî tune.
Lê gava mirov dijberê çavgirtîbe, ne kar û zirara xwe dibîne, ne jî pêşîya xwe…
Gelek kesên wek Şivan Perwer û Nîzamettin Ariç hene ku ew di vê demê da naxwazin di TRT-Şeşê da cîh bigrin. Mirov sedemên necîhgirtina wan fêm dike.
Lewra hinek şert û şûrtên wan hene û ew vê gavê ne ji binî da mahkum dikin, ne jî yên ku wek wan nafikirin, wan tawanbar dikin..
Heger daxwazên me yên yek jî bi zimanê me yê zikmakî weşana televizyonê be, nîyeta dewletê çi dibe bila bibê, madem ku di vî warîda gavek hatîye avêtin, gere emê li vê gavê xwedî derkevin û vê gavê ji bo daxwazên xwe yên din ra jî bikin bingeh.
Bi vebûna TRT-Şeşê em gere dijbertîya xwe ya li dijî dewletê nerawestînin, lê belê bi çavgirtî dijbertîyê jî nekin…
11.01.2009