Xwendevanên hêja, hevoka sernivîsê, gotinek bav û kalan e. Dibêjin “Kevirê giran di cîyê xwe da dimîne, ne ba û bahoz wî dilivîne, nejî lehî û lesar”. Ev gotin û hevok jibo me mirovan hatîye gotin, ku rastî jî wisa ye. Lê hin kes hene ku, guh nadin vê gotina bav û kalan, xwe di ser çîyayê Qafê, Everest û Agirî da dibînin.
Belê, ji wan kesan yek jî, hunermendê ku bi salan e tê naskirin, ê herî bi nav û deng, Şivan Perwer e. Ev e di çend mehan vir da Şivan xwe kirîye rojev. Bi gotinek dî ketîye rojeva hin Kurdên Ewropa, li tev hin xwedêgiravî hunermendên Koma Berxwedan û gelek kesên din. Li
vir jî hin kesên ku bi du-sê stranên Kurdî ve xwe hunermend û dengbêj dihesibînin, qal û behsa wî dikin. Ango di medya civakî da, Şivan derketîye meydanê, diaxife, pend û şîret di dev û dengê wî da derdikevin, ku di hin gotinên wî da rastî jî hene. Minak, wekî gelşa bawerîya birayê me yên Kurdên Êzîdî. Erê, birayê me yên Êzîdî-bawer, gelek zilm û zor, kuştin û talan ji Îslam birayên xwe dîtine, ku ji wan gelek kes îro xwe Kurd jî nahesibînin, ji xwe ra: “Em ne Kurd in, em Êzîdî ne” dibêjin. Lê di rastîyê da neteweyek nav Êzîdî, Erdnîgarîyek nav “Êzîdîistan” tune. Di jîyana mirovatîyê da hin kes hene ku bi rika xwe, heşa gûyê xwe dixwin, ji vana yek jî Şêx Hesenê ku min di avahîya radyoya Kurdî, a Erîvanê da dîtîbû. Min ew nas-nedikir. Kordînatorê radyoya Kurdî, Ahmedê Gogê yê dilovan, ji min ra: “Kek Riza va Şêx Hesen e” gotibû, lê Şêx Hesen, şêxekî çito bû, li cem wî ji min ra negotibû. Piştî çûyîna Şêx û qedandina bername ya mina radyoyê, Ahmed ji min ra: “Kek Riza va Şêxa ji xwe ra “Ez Kurd im” nabêje. Dibêje “Em ne Kurd in, em Êzîdîne”. Ji ber vê yekê jî niha radyoya me bûye du par. Nîv demjimêr jibo Şêx Hesen û alîgirên wî, nîv demjimêr jî ê me Kurdên din. Ango alîgirên wî jibo vê gelşê, xwastin ku Eskerê Boyîk bukujin. Li wî xistin, kirin nexweşxanê” got, ez ecêbmayî mam, gelek berketim, xemgîn bûm; ku rewş heya vê rojê jî wisa ye. Şêx Hesen li dij xwendinê derdiket, ji min ra: “Ma bav û kalên me çi wext xwendibûn, ku em jî herin di dibistanan da bixwînin” digot, hêrsa min radikir, lê ez li wir mêvan, di benda hevpeyvîna xwe ya radyoyê da bûm; Ahmet jî li cem min bêdeng bû. Bi kurtî îro gelek Kurdên Êzîdî, Kurdbûyîna xwe betal dikin û napejirînin. Keçên xwe çucar naxwazin bidin Kurdên Îslam, xort ji keçên Kurd Îslam ra nazewicin. Çito ku olperestên ola Îslamê ji wan ra: “Ewana Şeytanperest in, kuştin û qetla wan ji kesên Îslam ra helal e” dibêjin, ew jî jibo oldarên Îslam wisa dihizirin û kuştina kesekî Îslam ji xwe ra helal dihesibînin, ku Şivan Perwer jî li dij vî hiş û vacê derdikeve, ku camêr rastîyê dibêje, heqê kesekî jî tune li dij vê rastîye derkeve. Du dil ku hevûdu hez bikin, heqê kesî tune ku wana ji hev cuda bike. Li gor bawerîya min ola evînîyê tune. Ji bilî ev, Kurd, Kurd e. Çi Îslam, çi Elewî Qizilbaş, çi Mûsewî, çi Xaçparêz Îsa yî û çi jî Êzîdî. Em bi hev ra bi zimanekî diaxifin, ku ew ziman jî zara dayîka me Kurdistan e. Eger keçek Êzîdî ji xortekî Îslam ra bizewice, divê dîsa wekî xwe bimîne. Ev rewş jibo keçek Îslam jî rayîc e. Mînak ez bi xwe me. Ez Kurdekî Elewî, bermalîya min Sunnî, Hanefî; ev e 58 sal in ku em bi hevra ne. Wê heya demekî rojîya Remezanê digirt, nimêj dikir, lê min qet rojekî ji wê ra: “Dev ji rojî girtinê û nimêjê berde” negot, wê jî her usa ji min ra. Niha em herdu jî bê ol in. Ola me evînîye, Kurdistan e, hezkirina jîn û jîyanê û mirovatîyê, azadî û aştîyê ye. Di vê gelşê da gotinên min diqedin, lê divê vêca jî ez dagerim werim ser gelşa sernivîsê û gelşa Şivan Perwer.
Xwendevanên xoşewîst, cara yekem min dengê Şivan di sala 1975’an, di vî welatî da bihîst. Ew deng û stranên Şivan, ku hemû naverok şoreşgerî û Kurdewarî bûn, ez gîrî xistim. Di wê dem û salê da hevalê minê nivîskar Şahîn Bekir, çûbû Almanya, wi ji min ra kasetekî Şivan anibû. Ku ez ne şaş bim, Şivan di wê salê da ji welêt derketibû çûbû Almanya, bûbû nasê kesên ku “Federasyona Komelên Karkirin Kurdistanî li Almanya” damezirandibûn. Ango wan camêran Şivan dan nasîn. Di wê dem û salê da, li Almanya, qet kesekî ne navê PKK û ne jî navê Avdillah Ocalan bihîstibû. Hevalên Komkarê Şivan kirin Şivan, kirin hunermendekî bi nav û deng, kasetê stranên wî derxistin. Şivan di çalakîyên şevên dîlanî û çandî da, di şevên Newrozê da derdiket hember deh hezar û bîst hezar kesan. Dûra Şivan çûbû Swêd, li wir bûbû penahende, malek jî li bajarê nav Ûpsalê ji xwe ra kirrîyabû, ku piştî sala 1983’yan ez du car çûm, qasî heftekî bûm mêvanê wî û xanima wî hunermenda hêja Gulistan. Herduyan ji min ra gelek karguzarî kirin, ku ez çucar wê mêvanhezî û karguzarîya wan ji bîrnakim. Dûra min û hin hevalan bi navê “Komela Kurdên Awistûralya” Şivan vexwendin Sydney jibo konserekî. Şivan hat, me qedra wî girt, ji wî ra karguzarî kir û me ew rêkir. Piştî demek dî, vêca “Komela Mala Gelê Tirk” -Türk Halk Evi- Şivan, Gulistan, Melîke Demîrax û mêrê wê Şaner Yûrdatapan anîn jibo konserekî, ku em gelek dilşa bûbûn. Dûra çend carên din ez çûm Almanya û gelek welatên Ewropa. Çend car min Şivan li Almanya dît, bêtir bûm nasê wî û hin hevalên wî, lê li gor bawerîya min hevalê wî yê herî qenc û nêzik, Mamûd Baksiyê dilovan bû. Min Mahmûd di mêj da nasdikir. Me ew jî anibû jibo konferansekî, lê ew di konferansê da guhdarvanekî wekî min bû. Ev gelşa dirêj e, naxwazim qal û behsa wê bikim, lê ne mirovkî li gor dilê min bû, ku ew jî ji Şivan ra wekî bira, gelek jî mirovekî bê pişûl, bê rewişt bû, di şevên Komkarê da jî digel Şivan bû; ku min jî gelek caran hin kar û kirinên Şivan û Mahmûd Baksi bihîstibû. Rojekî li Kolnê, Ahmet Kiliçaslan -Feqîr Ahmet- ez vexwendibûm mêvandarîyê. Ango ez di mala wî da mêvan bûm -xwezî min ew nas nekirana- Şivan li tev Mahmûd hatibûn mala Ahmet, li wir, min li cem hozan Yilmaz Çelîk, ji Şivan ra: “Şivan Can, bavê min ji min ra: “Lawê min ji qirikê ra nebe heval ku nîkilê te bi gû nebe” digot, ez vê gotinê jibo te jî dibêjim. “Ji qirikan ra nebe heval” got, Şivan ji min ra: “Kek Riza, ez dizanim ji kê ra bibim heval” got, lê bi rastî ez jibo Şivan gelek berketim. Min ev gotin li vir, Sydney da jî ji wî ra got, lê bersîva wî wekî berê bû.
Belê, wexta ku çend sal berê ew carek dî hat Sydney, wî em şermezar kirin. Şivan jibo çend dolaran sî da ser navê xwe yê delal û gelek karên bê nerênî kir. Şivan di sala 2001’î da çû Başûrê Kurdistan, ku di wê dem û salê da ez jî li wir bûm. Wî jibo min ji Mesûd Barzanî qewl stand. Mesûd Barzanî, di avahîya Parlamentoya Kurdistan da xelata Mele Mistefayê dilovan û nemir da wî, lê ew nebû layîqê wê xelatê. Li Başûr jî qirêjîyên wî derketin, Şivan hêjahîya xwe wenda kir; di çavên gel da daket, bû Şivanekî dî, îcar niha jî dixwaze xwe bike sîyasetmedar, hişmendê Kurdistan. Xwe kirîyê şîretkar. Derdikeve pêş hin xwedêgiravî rojnamevan û kamerayên têlewîzyonên Apoîyan, beyanetan dide, dixwaze bibe heval û hogirê wan. Xwe kirîye nanê sêlê. Mêrê 65 salî, rî, simbêl, por û birîyên xwe bi boyaxê reş dike, xwe dike qeşmer. Bawerîya xwe ji zagonên xweza nayne. Dixwaze bibe xortê bîst salî.
Xwendevanên delal, min li jor got, “Kevirê giran di cîyê xwe da ye, ba û bahoz, lêhî û lesar wî di cîh da nalivîne”. Lê Şivan xwe kirîye zilik, li ber bê dikeve, vir da, wir da veldiqete, xwe şaş kirîye ku çi bike; sed heyf, hezar mixab.
Xuşk û birayê minên hêja, ez nabêjim “Heqê wî tune jibo pend û şîretan” lê divê ew cîyê xwe zanibe. Ji ber ku ew hunermendekî naskirîye. Divê bala xwe bide ser gotin, kar û kirinên xwe. Divê her roj rengê xwe wekî bûkelemûn neguhêrîne. Rojekî reş, rojekî sipî. Ev nabe, li wî naşike. Ez bawer im ev jî nexweşîyek bê derman e jibo hin kesên ku hute çepik û pesnan bûne. Wexta ku dengê çepikan naçe ber guhê hin bomikên bi nav û deng, ewana xwe şaş dikin, nizanin ku çi bikin. Hêvî dikim dereng be jî, Şivan xwe giran dike, nabe nanê sêlê, ji hin karên ne baş dûr disekine. Bi a Xwedê.