Xwendevanên hêja 23 sal berê min jibo gernas, leheng û canfîde ya Kurdistan Leyla Qasima nemir hest û pejnên dilê xwe yê kul, bi ev çarînên ku di nav mêjîyê minê Kurdwarî û di nav histêrên çavên min da derketibûn, jibo nivîsê bûbûn xibira serê pênûsê, li ser kaxiza sipî reş bûbûn, bûbûn rist û çarîn, dê hûn li jêr bixwînin. Min ev peroşa bi êş û jan, di roja 20-4-1997’an da rijandibû ser kaxiza sipî, di pirtûka mina nav; “Bimire Birakujî, Bijî Kurdistan”da weşandibû. Ango 23 sal berê, lê ev êş û jana jibo Leylê, roja ku min mirina wê bihîstibû heya roja îro berdewam e. Dil di nav êş û janê da, çav jî histêran dibarînin. Wê gernas, lehenga Kurd li hember dijminê barbar, serê xwe xar nekiribû, ji wî namerd ra: “Hûn dikaribin min bikujin li holê rakin, lê ji xwe bîrnekin dê mirina min bibe şîyarbûna hezar-hezaran, wana di xewê da rake ser lingan” gotibû, bûbû Leyla Xalita Kurd, navê xwe di kûrahîya dilê hemû Kurdperwerên Kurdistan da cîh-kiribû, ku ew cîh dê heya ku Kurdperwerên Kurdistanê li ser wê erda pîroz, li ser lingan bin, di dilê wan da cîh bigire û dê bîrnebe.
Belê, dijminê barbar, rejîma Basas, Serokê wê Saddamê xwînmij 46 sal berê, di roja duwazdehê vê meha Gulanê da keça Kurd, Kurdperwera Kurdistan, xwendevana Zanîngeha Bexdatê dardakir kuşt, ew bû cangorîya nemir, jibo hemû Kurdperwerên Kurdistan. “Axa wê zêde, rama dayîka wê Kurdistan li ser axa wê kêm nebe” dibêjim, li pêş axa gora wê serê xwe xar, axa wê maç dikim û li jêr jibo salvegera cangorîbûna wê ya 23 salî, ku min jibo wê cangorîya Kurdistan peroşa dilê xwe rijandibû ser
kaxiza sipî binivîsînim..
Leylê, Leylê Leyla Min
Leylê min tu bîranî
Çav li ser min bûn kanî
Jibo te dil jan dide
Jan dikuje vî canî
Leylê, Leylê, Leyla min (Ev nakarat e)
Hiş û raman meyla min
Te ra bêjim ez ji dil
Tu nemir î xuşka min
Xwendevan bûy, ciwan bûy
Têkoşer bûy, jêhat bûy
Te şer dikir bo welêt
Hember dijmin bêtirs bûy
Te jibo doza welat
Şev û roj dikir xebat
Dayîka te girtîbû
Te dixwast bikî felat
Sazûmana har Baas
Te ra birrîya kiras
Ew kiras reng sipî bû
Kefen bû, ne ku lîbas
Em Kurd çawa bîrkin vê?
Tu wek stêra şevê
Bizîyay zû wenda bûy
Dûra bûy şewqa tavê
Te tim digot “Şêr şêr e”
Ma çi mê ye, çi nêr e
Tu şêr bûy, tu piling bûy
Cîye te bilind jor e
Xuşkê heya Kurd hebin
Li holê da ranebin
Te’j bîrbînin ji dilda
Jibo te serbilind bin
Tu dijî dilê me da
Her gav û meşa me da
Bawer bike xuşka min
Tu yî di mêjîyê me da
Çav li ser me şil dibin
Dil û gurçik kul dibin
Bawer bike jibo te
Roj şevên me derd dibin
Tu şervana Azadî
Doza pîroz bûy xwedî
Lê dijminê har barbar
Tu kuştî bi namerdî
Leylê, Leylê, Leylanê
Riza Çolpan qurbanê
Dil digîre jibo te
Naxwaze ken, dîlanê.
Carek dî divê bibêjim xuşka min Leylê Can, Kurdperwerên Kurdistan çucar te ji bîrnakin. Raze di nav nûr da, di dilê minê kûr da û ên hemû Kurdperwerên dayîka te Kurdistan da.