Min nivîsa hembajarîyê xwe berrêz Dîyar Bûdak di nav histêrên çavan da xwend, lê Dîyar jibo sernivîsa xwe dibêje: “Ev gotin her dem jibo jinan tê gotin, lê qesta min ne jin in; ez vê gotinê jibo him mêrên xayîn dibêjim”. Lê di rastîya zimanê Kurdî da ev gotin çucar jibo jinan kesek bi kar nayne û nabêje. Ev gotin jibo hin kesên xayîn, bêbext, bê ar û namûs, bê wicdan, diz, derewîn û kesên bê sinçî, ango bê exlax tê gotin. Her dem ji kesên wisa ra herkes “Qexpebav” dibêjin, ku, ew kesên ku birayê me yê dilovan, Mistefa Selîmî dest û pê girêdane û birine radestê dijmin kirine, ez dibêjim “Qexpebav ew in”. Li gor bawerîya min ev gotin sedî sed jibo wan xayîn, bêbext û namedan gelek kêm e. Di lîteratora wêjeyî da jibo wan bêbav û qexpebavan, ji peyva xayîntî, namerdî, bêbextî û qexpetîyê, girantir peyv jî nayên dîtin.
Ew kesên ku jibo çend quruşên cîhan, jibo paldankek nerm, qesr û konax, mersedes û qadîlak, xerz û kefjalî, erdê bav û kalên xwe bifiroşe dijminên gelê xwe; ew hezar carî, xayîn, namerd, bêbext, bê wicdan, bê ar û namûs, qexpebavê, qexpebavan e, ku ew kes û kesana jî di ber çavê şeş mîlyon Kurdên Başûr da digerin, li hespên kehîl siwar bûne, di meydana Kerkûk, Şahrezor, Helebce û Silêmanîyê da cirît dileyîzin, lê siwarên Kardûkên qedîm, wan siwarên xayîn, bêbext, namerd û namûs-firoşan nabînin. Herhal hespên wan bê yêm mane, yan jî li derva mane guran xwarîye.
Birayên delal, di nav hemû gelên cîhan da xayîn, bêbext, namerd, bê wicdan tên dîtin, lê sed mixabin ku di nav gelê meyê nav Kurd da hejmara van her zêdeye. Qenc bînin bîhra xwe, rûpelên dîrokê vekin, dagerin sedsala yazdeh, Serok û rêvebirên Dewleta Marvan, serok-eşîrên wê demê, rê ji gurên har û hov ra vekirin, jibo ola Îslamê, gurên devbixwîn anîn kirin bela serê me, em ji wan guran ra kirin nêçîr, ku hêj jî em nêçîrên wan in. Lê gelo di sedsala duwazdeh da, ku mîlyonan Kurd pesna wî didin, Selehaddîn î Eyûbî çi kir? Ez bibêjim. Wî jibo fanatîzma ola Îslamê, bihişt, heftê Horî û Melekên derew, hemû hebûna gelê Kurd bir Misirê, da Xelîfe yê ola Îslam. Gelo navê vî karî û vê tevgerê çî ye????????
Belê, divê vêca jî ez dagerim werim di ser gelşa sedsala bîstan da pîçekî rawestim. Gelo di tevkujîya Qoçkîrîyê, di sala 1921-22’yan da çi bû? Gelo di wê tevkujîyê da çend kesên wekî Mûrad Axa, serokê eşîra Ginî hebûn? Ew xayînana kî bûn û endamê kîjan gelî bûn? Lê di tevkuştina Şêx Seîdê Pîran, 1925’an da, Qaso, Memed Şerîf Firat, serokê eşîra Xormek û caşên eşîra Lolan kî bûn? Di şerê çîyay Agirî û tevkujîya Gelîya Zîlan, 1927-32’yan da, çend kesên wekî Fetoyê xayîn hebûn. Gelo di tevkujîya Dêrsim 1937-38’an da, Rayber, Zeynel Kop û Pirço, Alî Yildirim, Husêyîn Doxan û kesên wekî wan kî bûn? Gelo kî bersîva van pirsan bide?????????
Xwendevanên xoşewîst dirêj nekim, werim ser gelş û babeta xayîntî, bêbextî, namerdî û kar û kirinên kurên Celal Talabanî Bafel, Lahor û dayîka wan Hero Îbrahîm û xulamên wan. Gelo ewana kî ne, çi ne? Ji xayîntî, bêbextî û namerdîya van ra em çi navî bi kar bînin û bidin van? Ew çito mêrên, dayîka wan çito jin e?????????????
Xuşk û birayên hêja, qet ji xwe bîhrnekin, ji bilî hin bêcgeyîtîyan, ango îstîsnan, di mêran da mêr, di şêran da jî kudikên şêr derdikevin. Mêr di şerên heq da mêr, şêr jî di lanên xwe da şêr in. Di rovîyên gurrî da rovî, di maran da jî marên bi jehr derdikevin. Dê û bavê xayîn, bêbext û namerdên me, rovî û mar in. Rovî zexelî û namerdîya xwe qet ji bîhrnake, kudikên wî jî wekî wî ne, mar jî jehra xwe nake şerbeta şîrîn, divê ev ji bîhrnebe. Rovî û marên bi jehr, di sedsala bîstan da heya roja îro, bêtir mala me xira kirin, bira kirin dijminê biran, ew erdnîgarîya qedîm û pîroz bi xwîna biran ve sor kirin, hêj jî dikim. Sed heyf, hezar mixab.
Xwendevanên delal, bi rastî, hin Serokan mala me Kurdan hilşandin, şewitandin, kirin pag, em berdan hev, me hevûdu kuşt, xwîna hevûdu rijand, lê ewana di nav xwîna me da bûn ajneber, hêj jî dibin. Ewana ne tenê bûn ajneber, her wisa jî rêya me ya ku ber bi şewqa rojê diçû, wana ew şewqa rojê jî ji me ra tarî kirin. Bi taybetî jî ew kesê ku xwe kirîye Xwedê, di girava Tîlmon da tê dîtin, ji me ra azadî, dewletek nav Kurd bi ferman qedexe kir. Esanbeyên wî ketin nav gelê Kurd, mêjîyê gelê Kurd şoştin. Gotin “Eman, eman qet qal û behsa dewletek nav Kurd nekin, ku ew dewlet di Rojhilata Navîn da nebe Îsraîla duwem” îcar mirûdan çepik li hev xistin û “Belê, belê, em dewlet-mewletê naxwazin, me ev daxwazî avit sepeta gemarê. Xwedêyê me ji me ra qal û behsa Komarek Demokratîk, Jîyanek, Ekolojîk, Konfederalîzma Rojhilata Navîn, Biratîya Gelan dike, ku em jî di wê bawerîyê da ne. Em û Tirk bira ne; wekî pêçî û nînûk in” gotin û hêj jî dibêjin.
Bi kurtî pirranîya gelê Kurd bi gotina hin Serokên dozfiroş ve serî gêj bûye, rîya dos û dijmin lihev qelibandîye, nizane dost kî ye, dijmin kî ye. Eger ku gelê Kurd jî wekî gelek gelên cîhan, ên bi hiş, xudan dewlet û dezgeh bihizirîya, îro di nav xwe da ew kesên ku welatê bav û kalên xwe firotin dijmin, ew kesên ku Mistefa Selîmî girtin bi namerdî radeste dijmin kirin, bûn sedama kuştina wî Kurdperwerê Kurdistan, di heman demê da ew kesana dihatin darazdan, tawana mirinê didan wan, ew xayîn, namerd û bêbextana dikuştin; lê sed mixabin ku ev tişt û kar qet nabe, ew xayîn, bêbext û namerdana hêj di nav gelê Kurd da bi serbestî digerin, bûne Serokê hezar û sed hezaran, xwedêgiravî Serok û Serokwezîr, li tev parlamenterên rîh, simbêl û por boyax-kirî, ango cînişên gel jî bêdeng in, dengek ji wan dernakeve jibo wan xayîn û qexpebavan. Sed heyf, hezar mixab. Ku heye eger hêzek, ku dibêjin “Xwedê” hiş bide gelê Kurd, ku dost û dijmin ji hev cihê bike, xayîn û bêbextan di nav xwe da nehêle. Bi hêvîya wê roj û dîtinê.