Li Tirkîyê ji sedem nexweşîya Koronayê ef derket. Ji serokên mafyayê heta destdirêjkêren zarokan û kujerên jinan nêzîkî sed hezar kes ji girîgehan hatin berdan
Bi hezaran girtîyên Kurd ên sîyasî ji af a koronayê bêpar man. Ji hevserokên HDPê yên kevn, şaredarên bi raya gel hatibûn hilbijartin û heta alîgêrên wê partîyê, bêsûc û bêguneh, . û di heps û zîndanan da êsîr man û ji zar û zêçên xwe dûr rojên xwe derbas dikin.
Salek berê serlêdana Ekrem Îmamoglu ya jıbo Amedê gelek deng dabû. Bi çûyîna Ekrem Îmamoglu Amedê ra, hevserokên Şaredarîya Amedê û navҫeyan bi kefxweşî û bi rûkenî bêşwazî lê kiribûn. Ekrem Îmamoglu jî wênekî Atatürk wek xelatekî giranbiha, pêşkêşî şaredarên Amedê kiribû.
Ekrem Îmamoglu bi forsekî serkeftî û pozbilindî derketibû hemberî kamerayên rojnamevanan û bi xelata xwe ya ji wêneyê Mistoyê kor poz dabû. Ew şaredarên bi dil û can û bi rûmet, xelata Îmamogglu qebûlkiribûn, hemû îro di zîndanan da û di bin wêneyê Mistoyê kor da hêsîrin.
Dadgehên dewleta Tirk, ne sal sal ceza dan şaredarê Amedê Dr. Selҫuk Mizrakli û şaredarên navҫeyan jî qasî wî para xwe girtin.
Ev yek bi tena serê xwe jî nîşan dide, ku hezkirina kemalîstan jî, jibo Kurdan hezkirineke bê fayde ye.
Bêguman hilbijartinên li Tirkîyê gor yasa û qanûnên tirkan ҫêdibin. Lê şaredar jî divê bi tevger û xebatên xwe, hesasîyetên hilibijêrên xwe jî bidin berçav û gor wê bixebitin. Yên ku wan hildibijêre, ew jî sedîsed Kurd in.
Mixabin, bi gavavêtina sîyaseta şaş, tevgera wan dibe sedema tevlihevî û malxirabîya civakê.
Halbûkî zîndankirina gelwekîl û şaredaran, bi destê hukumeta AKPê hatibe kirin jî, alîkarîya partîya kemalist CHPê ya di vî warî da jî, jî kirina hukumetê kêm nebû.
Îro ev sîyaseta nebiserêxwe û azad, rewşa Kurdên li Bakurê Kurdistanê sal bi sal xirabtir dike.
Dewlet bi îftira û bê hiqûqî şaredarên bajar û navҫeya ji karê wan dûr dixe, bi mebesata terorê sûcdar dike û davêje heps û zîndanan.
Li şûna wan jî qeyûman tayîn dike û sîyaseta xwe ya qirêj didomîne.
Gelo ew kesên dibin gelwekîl û şaredar, dewleta kemalîst nas nakin?
Ji bêbextî û bêwijdanîya dewletê bêhayîdar in?
Çima bawerîya xwe bi kemalîstan tînin û dewleta kemalîst diparêzin?
Jibo çi îradeya miletê Kurd, dikin xizmeta partîyên kemalist û bi sîyaseta şas zerarê didin xwe miletê Kurd?
Serokê HDPê, ku bi eslê xwe Ereb e, di roja 23ê Nîsanê da radibe û hê pesnê damezrandina komara tirkîyê dide.
Dibêje, „Mustafa Kemal Atatürk ji bo ҫareserîya pirsgirêka Kurda gelek hewl daye.“
Gor hertiştî, ji ev gotina Hevserok jî xûya ye, ku ҫûyîna Ekrem Îmamoglu ya Amedê, di serîda gavek ji projeya kemalistan bû.
Îro ji ew proje, bi destê Kemalîstan, gav bi gav tê bicîh kirin.
Bi hezkirinâ Kurdan ya jibo komara demokratîk û îdeolojîya kemalîzmê va jî bi ser dikeve û pêşda diçe.
25.04.2020