Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi cîgirên xwe û şêwirmendên Serokatiya Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê konferanseke rojanmevanî saz kir. Di derbarê rewşa herî dawîn a li Herêma Kurdistanê û Iraqê, aloziyên li Zînî Wertê û tedbîrên Herêma Kurdistanê yên ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê û çend mijarên din da axivî û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Nêçîrvan Barzanî di derbarê rewşa Zînî Wertê got, „kêşe û alozî evqas mezin nînin ku neyên çareserkirin. Ev mijar zêde di medyayê û sosyal medyayê de hate mezinkirin, lê bixwe ew ne tiştekî wiha mezin e û dê were çareserkirin. Ew hêzên çûne Zînî Wertê hêzên Wezareta Pêşmerge ne û Wezareta Pêşmerge jî wezareta tevahiya Kurdistanê ye. Şandina hêzên bo Zînî Wertê demkî ye û ji bo parastina welatiyan ji vîrusa koronayê ye. Eger pêwîstî pê nemîne, ew hêz jî li vê derê namînin.”
Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirseka li ser gefên PKKê ya li hember Hikûmeta Herêma Kurdistanê da jî got; “Em bi hemû awayî hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê rewa nabînin, PKK sînorê karkirina xwe heye û divê li wê derê karê xwe bike, bi ti awayî Herêma Kurdistanê cihê karkirina PKKê nîne û nabe jî. Divê PKK ji axa Herêma Kurdistanê derkeve.”
Di derbarê îdare ya Kurdistanê da jî wuha got: „Eeger pêşbîniya tiştekî wiha bihê kirin, wê demê nabe du îdare, dê bibe sifir îdare. Ya ji bo Kurdistanê giring, yekrêzî ye û divê em yekrêziya xwe biparêzin. Herwiha nabe ku em evqas li hember hev bêbawer bin.”