Li Herêma Kurdistanê û çend bajarên Iraqê 970 Kurdên Êzidî asê mane û nikarin vegerin malên xwe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî hewl didin pirisgirêka wan çareser bikin.
Li gor amarên Rêxistina Civîn 970 Kurdên Êzidî li başûr û naverasta Iraqê û parêzgehên Herêma Kurdistanê asê mane.
Cihê 250 kesan li Perestgeha Laleşê hatiye amadekirin û heta niha 60 têde hatine bicihkirin. Biryare bi çend gerên dî ew kabîne bêne tejîîkrin. Ji bilî xizmetên pzîşkî yên Hikûmeta Harêma Kurdistanê, xêrxwazekî Kurdê Êzidî bi navê Beşîr Gurye bi rêya Rêxistina Civîn a xêrxwazî pêdiviyên wan dabîn dike.
Nêzîkî 100 Kurdên Êzidî li xalên kontrolê yên cuda cudane li benda derbazbûnê ne û yên din jî li cihên xwe çavereya derfatekê dikin, ku ligel dezgehên emnî û tendirustî ew kes bêne veguhestin jibo kabînîn hatîn terxankirin. Li parêzgeha Duhokê 15 cihên weke hotel kerentînekirin.
Civata Rûhanî ligel kargêriya parêzgeha Duhokê hewl daye, ku cihên pêwîst jibo hemî wan kesên dixwazin vegerin, dabîn bikin û bi rêkarên tendirust bêne kerentînekirin.