Dinya, hemû dewletên dinyayê, mirovatî, hemû netew di qonaxeke gelek dijwar re derbas dibin. Ev qonaxa dê di dîrokê de wek qonaxa Koronayê bê bi nav kirin. Lewra ji nûhe de diyar e ku ev qonaxa wê li ser jiyana mirovatî bandor û tesîreke mezin dayne. Di vê qonaxê de û piştî Koronayê mirovatî dê çewa bibe, dinya dê şiklekî çewa qezenç bike li hemû dinyayê ji aliyê nivîskar, analîstan, lêkolîneran de tê gengeşî kirin û nivîs tên nivîsandin.
Ez jî dinivîsînim.
Hîç şik tune ye ku Koronayê wê bandoreke mezin li ser neteweya kurd jî çê bike, dê zerareke mezin bide neteweeya me jî. Lê dîsa jî em ê zerara xwe çewa kêm bikin divê ji bona vê xebat bikin. Di vê mijarê de her kurdek divê watiniya xwe bîne cî. Lê divê rewşenbîr û pêşengên civata kurd û neteweya kurd wek kes û wek dezgeh zêdetir watiniya xwe pêk bînin.
Hêzer mixabin derdê me kurdan bes koronayê nîne. Derdên me yên din yên mezin hene. Ew derdên me jî dibin sedem ku kurd bimirin, bên kûştin.
Ez di vê nivîsa xwe de dixwazim li ser van mijaran rawestim.
Beriya ku ez li ser van mijaran rawestim. Ez dixwazim li ser komkujiya Kurdên Feylî rawestim. Şehîdên wê komkûîjiyê bibîr bînim
KOMKUJIYA KURDÊN FEYLÎ DIVÊ BÎRA NEBE…
Beriya 40 salî enfal û komkûjiya Kurdên Feylî ji aliyê rejîma barbar û faşîst ya Baasê ve pêk hat. Di vê enfal û komkujiyê de 12.000 kurdên feylî jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn.
Komkûjî û enfala Kurdên Feylî berdewamîya komkûjî û jenosîdkirina kurdan ya dîrokî ye. Gelek aşkere ye ku xelekeke komkûjiya Zîlanê, Dersîmê, Helebçê û gelek komkûjiyên din yên li Kurdistanê ne.
Komkujiya Kurdê Feylî jî, encama siyaset û stratejiya dewleta Iraqê ya tunekirina neteweya kurd bû.
Komkûjiya Kurdên Feylî xwediyê wateyeke dîrokî ye. Ji bona ku ew kurd bûn û Kurdên Feylî di gelek qonaxên cûda de li Iraqê û li İranê yanî li Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê rolekî girîng a neteweyî lihîstibûn; Dewleta Iraqê û Rejîma Faşîst û Hov ya Baasê tola vê yekê ji Kurdên Feylî girt.
Beregeha Barzanî ji bona vê komkûjiyê dibêje ku “ …awana rejîma berê ya dijî Kurdên Feylî ji aliyê Dadgeha Bilinda Tawanan li Iraqê ve bi jenosayd hate nasandin, lê belê heta niha jî asewarên wê tawana dirindane mane û pêwîst jî dike dewleta Iraqê qerebûya hemû ziyanlêketiyên jenosayda Kurdên Feylî û wan hemû tawan û jenosaydan bike ku li dijî gelê me hatine encam dan.” (05.04.2020)
Divê em komkûjiya Kurdên Feylî û şehîdên komkûjiyê bîra nekin. Ji bona ku komkûjiyan Kurdên Feylî û hemû komkûjî û qetlîamên li Kurdistanê bên pejirandin û darizandin divê em kurd herêmî û navneteweyî xebat bikin.
LI KURDISTANÊ MIRINA XWEZAYÎ…
Em kurd, di jiyana saxî û tenduristiya xwe de, di babeta jiyana xwe de xwediyê çandeke bi pirsgirêk in. Em kurd li jiyanê, “ji bona me tiştek nabe” dibêjin. Lê zêdetir nexweşiyê me yê koronîk hene. Ji aliyê din ve jiyana kurdan di şertên kolonîbûnê de zehmet e. Em xwediyê derfet û îmkanên teng in. Dema ku em li saxiya xwe jî nenêrin, rewşekî gelek dramatîk derdikeve holê.
Loma jî li welatê me Kurdistanê mirina xwezayî zêde ye û temenê miriyan jî biçûk e.
Ez hêvîdar im ku em, ji ev dîktatorî û dijminê ne nexuyayîyê mirovatî vîrûsa koronayê îstifa bikin, di jiyan û çanda saxiya xwe disîplîn çêkin, çandeke nû qezenç biafrînin.n. Ew jî wê bibe sedem ku ciwanên me di nav tenduristî de, jiyaneke bi qelîte derbas bikin; di ciwaniya xwede jiyana xwe ji dest nedin.
KUŞTINA VÎRUSA KORONAYÊ…
Wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, di vê qonaxê de li dinyayê û li Kurdistanê vîrusa koronayê xeteriyeke mezin e. Hîç şik tune ye ku encama koronayê em kurd jî dê jiyana xwe wenda bikin.
Gor zanyarên tendurîstî û doxtoran tê gotin ku ew kesê nexweşiya wan ên kronîk hebin, salên wan jî mezin bin, ew zêdetir di bin xeteriyê de ne. Ew li hemberî vîrusa koronayê serkeftî nabin. Jiyana xwe ji dest didin.
Li Kurdistanê jî girêdayî çanda jiyana me û girêdayî şertên kolonî û aborî nexweşên kronîk zêde ne.
Loma jî divê em zêdetir guh bidin tedbîrên ororîteyên tenduristî û doxtoran. Lê qasî wan û heta ji wan tedbîran zêdetir divê em wek şexis, wek malbat, wek gund, wek eşîr xwe ji koronayê biparêzin.
Li Kurdistanê girêdayî çanda me ya civakî mirin û şîn ji bona me di vê qonaxê de xeteriyekê pêk tînin. Divê em gor hestên xwe tevnegerin û ji bona xwe û zarokên xwe, malbat û derûdora xwe xeterî çê nekin. Rê nedin ku li şînan komên mezin çê bibin.
Lewra mirina vîrusa koronayê nexwezayî ye. Ew kûştina kurdan e. Loma em bi îradeya xwe dikarin pêşiya vê mirinê bigrin.
PKK JI ALİYEKÎ VE CIWANÊN KURDISTANÊ DIDE KÛŞTIN Û JI ALIYÊ DIN VE KURDÊN SIVÎL DIKÛJE…
Ji sala 1984an vir ve PKKê bi gelek babetan, bi înfazan, bi şerê bê wate, şerê berjewendiya gûrûbî ciwanên kurd dikûje û dide kûştin.
Di van rojên dawî de jî li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê dizane ku encamek jî nagre, ciwanên Kurdistanê bi destê Dewleta Tirk dide kuştin.
Ji aliyê din ve li navçeya Pasûrê devera gundê Şawişanê, di encamê teqîna PKKê de ji karkerên daristanê 5 kesan canê xwe ji dest dan.
Divê beriya her tiştekî pêşiya ev karê kûştina kurdan bi destê dewleta Tirk û PKKê bê girtin. Ev mirina kurdan, mirineke xwezayî nîne.
LI KURDISTANÊ KÛŞTINÊN DEAŞÊ …
Li Kurdistanê di 10 salên dawî de komkûjiya ji aliyê DAEŞê pêk hatin, nayên bîrakirin. Di êrîşa DEAŞê de bi deh hezaran kesên me şehîd ketin. Gelek gund û navçeyên me hatin dagir kirin
Hezar mixabin DAEŞ di vê dema dawî de jî ji bona neteweya kurd û Kurdistanê xeter e.
Di van rojên dawî de li navçeya Koleco ya başûrê Silêmaniyê di encama êrîşa DAEŞê li ser hêza Pêşmerge de, 2 Pêşmerge şehîd bûn, hejmarek ji çekdarên DAEŞê jî hatin kûştin.
Diyar e ku çekdarên DAEŞê sûdê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqî de dibînin û êrîşî ser hêzên Pêşmerge û welatiyan dikin.
Divê ku ev pirsa çareser bibe. Çareserî jî, divê Dewleta Federe ya Kurdistanê û pêşmerge li hemû herêmên Kurdistanê desthilatdar bin û xwediyê berpirsiyariya fermî û hiqûqî bin..
Divê ku em îzin nedin ku DAEŞ kurdan û kurdistaniyan bikûje.
Diyarbekîr, 09. O4. 2020