Hevpeymaniya Navdewletî kelûpelên serbazî şandin Rojavayê Kurdistanê ku di nav kelûpelan de otomobîlên serbazî û dîwarên konkrêtî cîh digrin.
Hevpeymaniya Navdewletî ew kel û pel ku jibo armanca bihêzkirina baregehên xwe yên serbazî ji Rojavayê Kurdistanê ra hatine şandine, ji Başûrê Kurdistanê hatine veguhestin.
Kelûpel ji otomobîlên serbazî, tankên sotemeniyê û diwarên konkrêtî pêk tên.
Tê pêşbînîkirin van kelûpelên serbazî bibin binkeyên serbazî yên Amerîkayê di nav de Baregahê Serbazî yê Til Bênder ku dikeve ser rêya navdewletî ya M4 li Sûriyê.