Xwendevanên hêja jîyana her zindî û jîndaran, roj, hefte, meh û salên bi hêjmar in. Her zindî û jîndarên ku li li ser vê axa reş û di bin asîmanê şîn da dijîn, bi taybetî jî mirov, piştî pitiktî û zaroktîya xwe ya ciwan, wexta ku hişê wî digîhêje rastîya jîyanê, dibe nasê cîhanê û xurişt û zagonên xwewerî, dizane ku ew jî wekî her zindî û mirovekî, ku berî wî, wekî hefsed bav û kalikên wî, wekî bapîr, dapîr, ap, met, xwalojin, xal û xaltî, wekî nas, wekî her kesên ku di warê her cure hunerê da xudan nav û deng û hebûn, wekî Şah, Mîr, Qiral, Padîşah û wekî ew kesên ku di mêj da gelên cîhanê xapandine, xwe kirine Peyxamber, balyozê Xwedê yê ku qet kesekî laş û fîzyonomî, dev û rû, çav û birû, dest û pêyên wî ne dîtîye, hemû jî heya demekî li ser vê axa reş, ku em li ser dimeşin, her cure nebatên ku li ser wê zîl didin, şên dibin, jibo xwarina hemû zindî û jîndaran, roj hatîye hemû jî mirine. Bi taybetî jî, çito ku gelek kes dibêjin “Cîhan ji Sultan Silêman ra nemaye” her wisa jî, ji kesekî ra bê dûwahî namîne û dûwahîya her mirov û jîndarên çar ling, balindeyên xudan per û qanat û du ling, welhasilî kelam her masîwa dê roj bê ya bi zagona xwezayî bimire, ya bê kuştin, yan jî bi destê mirovên jakav, dirinde, har û hov, wekî Tirkên kûdîyên dêlegûra dev bi xwîn, wekî DAİŞ’ên barbar û xwînmêj, bi destên van serjêbibe û bibe cangorî. Ango bi kurtî dûwahîya her zindî û jîndarên vê cîhanê, kuştin, serjêkirin û mirine.
Bi taybetî jî dûwahîya her mirovê ku bê kuştin jî, cîyê wî çala kûr, gora bê pencire û ronahî, kûr û tarî, nêçîra mar û mişkan, gêle, kurm û bixukên cur be cur e.
Xwendevanên xoşewîst, birayê minên Kurd, em dizanin dûwahîya me hemû mirovên cîhan mirine. Lê ku usa ye, rastî jî va ye, gelo çira em hevûdu dikujin? Ez bawer im, hebûn û nîmetên vê cîhanê, ku wekhevî di nav sed mîlyar mirov da bê parvekirin, ji sed mîlyar mirov ra bes e; lê sed mixabin ku mirov qet nebûye mirovê rasteqîn, nebûye mirovê kamil. Her dem bûye wekî gurê har û birçî. Mirov ji mal, milk, zêr û zîv û gewheran, bi sedan xanî û balexanîyan, bi helîkopter, balefir û keştîyên behr û deryan, bi mîlyaran dirafan ve têr nebûye. Halbû ku, bi hezaran xanî û balexanîyên te ku hebin jî, dê tu tenê di odekî da li ser nivînekî da radizî. Cîhan bi tevahî, li tev hemû zêr û gewheran malê te be, tu li tev xwe nabê binê axa reş û gora tarî û bihişta Peyxamberên derewîn nakirrî, ji heftê Horî û Melekan şanabî. Êhh, ku rastî û rewş usa ye, gelo çira di vê cîhana me da yek dixwe, di nav hebûnê da gevz dide, bi hezar û mîlyonan ve jî birçî û tazî, bê war in, di şikeft û holikan da dijîn? Mînak, em werin ser rewşa Serokkomarê Tirk, ku bi eslê xwe ve Gurc e. Ez di taxa ku ew li wir ji dayîk bûbû hatibû cîhanê rûdiniştim. Bavê wî kewaker, ango kayîkçî, di navbera Qasimpaşa û Emînonuyê da miştêrî derbase herdu alîyan dikir, debara xwe bi wî karî dimeşand; di warî aborî da jî ewqas hevceyê kesekî nebû. Kalikê wî li Gurcistanê mirovekî Xaçparêz, bi rêola xwe ve jî Ortodoks bû, hatibû Rîzeyê nav Lazên ol Îslam, ew jî di zikê demek kurt da bûbû Îslamekî tund. Nevîyê wî li Stenbolê hatibû cihan, di dibistana olî da xwendîbû, di xortanîya xwe da jî bûbû Serokê Şaredarîya Stenbolê, ku mehanîya wî ji dewlemendîyek bilind ra têr nedikir, lê îro ew hem dewlemendekî cîhanî ye, hem jî bûye Padîşahkî Tirkîyê, bûye vampîrekî xwînmêj, bûye gurekî dev bi xwîn, xwîn gelê Kurd dirijîne û vedixwe. Namerd qet mirinê nayne bîra xwe. Ew wer dizane ku ew namire, heya ku cîhan hebe ew jî li ser e, di nav hebûnê dê bijî û gevz bide. Hezar mixabin, kesên wekî Reco li vê cîhana me gelek in. Hemû serokê dewletên ola Îslamê wekî Recoyê Gurc in. Ên welatên kapîtalîst jî her wisa xudan mîlyar diraf, zalim û xwînmêj in.
Ev zalimana qet mirinê naynin bîra xwe; lê roj bê ew jî wekî hemû kesên mirî, bimirin, herin di çala kûr da bibin nêçîra mar û mişkan, kurm, bixuk û gêlan. Ku rojekî jî dor bê vî kesîbê van xet û ristan, Riza Çolpan. Lê ez naxwazim bikevim çala kûr, hestîyên min di bin axa reş da bibin hevalê wan zalimên berê, yên ku li pey min dimirin. Ez dixwazim laşê min were şewitandin, axa laşê min here gundê min, belav bibe li ser wê axa pîroz, di bin tava Roja Zerî, ji tava wê ra bibim heval.
Xwendevanên delal, çend sal berê min jibo mirinê hosîya xwe kirîye helbest. Min ew helbest di vê malpera Kurd da weşand, ez bawer im we xwendîye; lê ev nivîsa min bi pirranî li ser rewşa mirovên ku bi rastî nebûne mirov, lê bi laş û fîzyonomîya xwe ve mirov tên xuyakirin, ku ez jibo wan şermezar im. Lewra ewana rengdêrê min û we dikşînin, xwe mirov dihesibînin, li di rastîyê da şikl û rengdêrê wan mirov be jî, lê ew ne mirov in. Gurên har in, ji xwînê, ji hebûna zêr û gewheran, malê cîhanê têr nabin, hûtên heft serî, dijminê hemû zindî û jîndaran in. Hêvî dikim dê roj bê, kesên wekî van zaliman di cîhanê da nemînin, cîhan bibe cîhanek aştî, û dadmendî, herkes bibe mirovekî kamil û rasteqîn, jibo domandina jîyanê her tiştî di nav xwe da wekî du birayên heqikî û dilsoz parve bikin û bê şer û pevçûn bijîn. Bi hêvîya vê daxwazîya dilê xwe, ji we ra sê çarînan jibo rewşa xwe û mirinê binivîsînim û dûwahî bidim nivîsê û serê we zêde neêşînim.
Mirin Were
Were, were, mirin were
Bigre gîyan, zûke here
Bûme kalê bi laş bê hêz
Laş hişk bûye, ne ku terr e
Diêşin gîşt lebatên min
Nakşînin çeq, ling pêyên min
Mame nav çar dîwaran da
Tenê jin e hevala min
Riza me jîyan tal bûye
Laş lawaz, hêz pirr jar bûye
Kes napirse vê rewşa min
Çav digîrin, dil jî suye.
13-3-2020
Têbinî:
Xwendevanên hêja, gor ku ez dizanim îsal jibo rewşa vê nexweşîya cangir lat, ango vîrusa corona cejna me ya neteweyî Newroz bi hev ra pîroz nabe, lê ez bawer im her Kurdekî welatparêz Newroza xwe li mala xwe, di nav zar û zêçên xwe da pîroz bike, vê roja pîroz ji bîr neke. Bi vê hêvîyê, ji we, ji welêt 18.000 kîlometre dûr, ji dil Newroza we xwendevanên xoşewîst û ê hemû Kurdperwerên Kurdistanê pîroz dikim, têm çavên we maç dikim, di her kar û barên we da saxî û serkeftin dixwazim. Bi hêvîya Kurdistanek Azad, Serbixwe û Demokratîk. Ez nebînim jî, dê hûn bibînin.