Ahmet Akbaş Min ev pirtûka te ya bi navê „Gurên Dev Bixwîn Ên Çar Ling û Ên Du Ling“ ku te ji min re şandibû, 17.03.2020- a (Avustiralya-Sydney), hem nêzî cejna netewî ya Newrozê û hem jî di vê dema korinavîrüsê de girt ku ev zarzerok (mîkrob) dinyayê tehdît dike û bela bûye wek şerekî bîyolojike ku her kes di vê tirsê û hawayê de ye. Di vî wextê de ji me re delfeta xwandinê çêbû û min xwendina pirtukê bi kêyfxweşî qedand.
– Te bi vê pirtûka xwe hemû curên jiyana Kurdên Elewî anî berçavan; cî warên wan, jiyana wan ya aborî, civatî, erf û edet, ol û baweriyên wan, tariha Kurd û Kurdistanê bi hûrgilî da naskirin.
Ez dixwazim vê jî bibêjim (ez wek Kurdekî Êzdî) ku te bahs kiriyê jiyana kurdê Êzdî û Elewî di her warê jiyanê de bi baweriya ol, edet, kultur wek hevûdin in û di qata biratiyê de ne, wek sêvên darekê ne. Ku koka darê Êzdî ne çiqlê darê -şaxê darê jî Êlewî, Kakayî, Yarasan, Zerdûşt in. Ev jî Kurdên herî esîl in ku ew kurditiyê xwedî dikirin û dikin (hinek aloz bûye). Tu bi vê pirtûka xwe carek din bi me van rastiya dîrokê didê naskirin.
Tiştên ku min di aliyê ola Elewî û Êzdiyan de ji hev cûda û cûrabûna wan (ferqiyati) jê derxistiyê û di pirtûka xwe de jî bi hûrgirî bahs kiribû bi navê „Kurd û Êzdiyatî; di nav ola Êzdiya de şêxanî ku Şêxadî vir de, qirna 12 û îda heciyan ku bi Misilmana re çêdikirin û çêdikin ji Îslamî hatiye, ya Êlewiyan ji Seyîd, pêxember, Êlî – Hesen û Huseyin ji bandora îslamiye hatiye qebûlkirin. Ku wana nêzikî îslamî bikin, ji esil û feslê xwe dûr bikevin û kevinaşopên xwe winda bikin. (Em ne dijî ol, mezeb û netewîyane, her kes ola xwe bi baweriyên xwediyê heq û azad e, lê belê nebin neyar û dijminê hevûdin, dîrok vê rastiyê dide me û ji nêz ve tîne berçavên me.)
Min ev jiyana ku te wek bîranîna kalikê xwe Meme Sivan bi me da naskirin, min ev yek ji pîrik û kalikê xwe dê û bavên xwe û şevbirkan gelek bihîstiye û em bi xwe jî hinekî bi vî rengî jiyan e.
– Te di vê pirtûkê de bahsa dîrok û rewşa Kurdan ji nêzî 200 sal û vir de û zilma Romê, Hamidiya li ser Kurdan bi taybetî Ermenî û Êzdiyan û Elewiyan kiriye.
– Te wisa zimanê kurdî di asta (pîvan) gel de, xweş rind peyv û bêjeyên kurdî hunayê û xemilandiyê wek ku bûk û zavê bizewicin. Û her wisa jî gotin û hevok jî pirr zelal û bi fehmdarî nivîsandiye.
Te bi vê cî û warên Kurdên Elewî û derûdora wan tevî, çiya, newal û deşt, gund û bajêrên ve da naskirin.
Navên nebatan gûl, gulilkan; rihan peybûn sosin… Û heywanan; teyr û balinde, qulingan û çûkên cûre cûre… Dan naskirin. Ev wek çavkaniyek di dest de amede û li ser pirtûkên kurdî zêde kir.
– Di pirtûkê de hinek peyv û bêjeyên ku min qet ne bihîstiye wek derbas dibûn wek qelş, gam, kelan, gaz, mersî, kesîb, demcamên, alan …hw. ku te ev peyv û gotinan di dawiya pirtûkê de rêzkirina û wateya wan binivîsandina baştir dibû. Jixwe zimanê kurdî di wî aliyê de gelek dewlemend e. Di dinyayê de rêza 9. e. Ez di nav xwendinê de pê gihîştim wateya wan bêjeyan ên herême.
Pirtûkeke gelek xweş bi heyecan û kelecan bû. Wext û dema min bi nîrexekî gelekî hêja re derbas kir.
Ez ji her xwendewanên Kurd û kurdî dizanin re dibêjim xwe ji vê pirtûka hêja bi nîrx bê par nekin.
Silav û rêz, ji xûşka xwe Refa Xan û malbata te û ji te re tenduristiyek baş û temenekî dirêj dixwazim û Newroza we bi kêyfxweşî pîroz dikim.
Kî bixwazê, dikare bi min re têkeve têkiliyê.
Ahmet Akbaş
24.03.2020
ahmet.akbas@gmx.net