Berpirsê Navenda Lihevhatina Rûsyayê ya li Sûriyê Oleg Juravlyov ragihand, ku piştî biryara Sûriyê ya ji bo girtina esmanê Idlibê û navçeya bakurê rojavayê wî welatî, Rûsya nikare ewlehiya balafirên Tirkiyê yên li Sûriyê garantî bike.
Oleg Juravlyov di ragihandina xwe da dibêje: “Di şert û mercên wiha da, serkirdatiya leşkerî ya Rûsyayê nikare ewlehiya balafirên Tirkî yên li Sûriyê garantî bike. Hikûmeta Sûriyê bi sedema xirabiya rewşa leşkerî ya li Idlibê û bi armanca aramkirin û asayîkirina rewşê li sînorê esmanî yê parêzgeha Idlibê ev biryar daye.“
Ajansa nûçeyan a hikûmeta Sûriyê SANA jî dîyar dike, ku Serkirdatiya Giştî ya Artêşê û Hêzên Çekdar, esmanê navçeya bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybet jî esmanê parêzgeha Idlibê li ber balafiran digire.”
Li gor agahdarîya SANA, artêşa Sûriyê tekez dike ku her balafirek sînorê esmanî li Idlibê derbas bike, ew dê wek balafira dijmin serederiyê ligel bikin û ew dê bixin xwarê.