Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Waşingtonê dike li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê dicive.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanyekê da radigihîn, ku Mike Pompeo û Sergey Lavrov di vê hevdîtina xwe da çend mijarên berfireh ên herêmî û dualî gotûbêj bikin.
Li gor medyaya Rûsyayê, rewşa Sûriyê û Rojavayê mijara serekî ya civîna navbera Pompeo û Lavrov da cîh digre.
Amerîka meha derbasbûyê li ser civînên Komîteya Destûrê ragihandibû, ku Serokê Sûriyê Beşar Esed demê didize û naxwaze rêkeftin were kirin.
Komîteya Destûrê ya navbera hikûmeta Sûriyê û Opozisyonê heta niha civînek li Cinêvê saz kiriye û Neteweyên Yekbûyî jî pêkanîna wê komîteyê û lidarxistina civîna wê wek pêngaveke girîng pênase kiriye.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê ku Lavrov ji sala 2017an vir da cara yekê ye srdana Amerîkayê dike.