Cîgirê serokê Amerîkayê yê berê Dick Cheney li Îmaratê beşdarî Korbenda Stratejîk a Ereb bû û di Korbendê da axaftinek kir.
Dick Cheney di axatina xwe ragihand, ku dema ku hêzên Amerîkî ji deverekê vedikişin, yekser hêzên Rûsî wê deverê digrin û pêgeha xwe li Rojhilata Navîn bihêz dikin.
Dick Cheney, ku di serdema George W. Bush da cîgirê serokê Amerîkayê bû. Cheney sîyaseta Amerîkayê ya îroyîn rexne kir û got; „Amerîkayê bi vekişandina xwe ya ji Surîyê, hemû Rojhilata Navîn ji Rûsya û Îranê ra hiştiye.
Rûsya her car amade ye valahiya ku hêzên Amerîkî li pey xwe çê dikin tije bike. Me vê yekê di dema ku hêzên Amerîkî ji bakurê Sûriyê xwe vekişandin da dît. Li gorî nûçeyan hêzên Rûsyayê çûne nav binkeyên leşkerî yên ku Amerîkayê ew vala kirine. Ev hewl hemû nû ne, ku ji demjimêrên destpêkê va tu kesekî hizir li wê yekê nedikir.”
Piştî ku Amerîkayê dest bi vekişandina hêzên xwe yên ji Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir, çend roj dûra, bi sedema êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojava, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rûsyayê li hev kirin ku hejmarek hêzên Rûsî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Hêzên Rûsî piştre li hin binkeyên serbazî yên Amerîkayê, ku hatibûne valakirin, bicih bûn.