Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku DAIŞê vekişîna hêzên Amerîkî û herwiha êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, bo xwe weke derfetekê dîtiye û careke din dest bi xwerêxistinê kiriye.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) raporek di derbarê metirsiyên DAIŞê da belav kir. Di raporê da tê ragihandin ku DAIŞê vekişîna hêzên Amerîkî û herwiha êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, ji bo xwe weke derfetekê dîtiye û careke din dest bi xwerêxistinê kiriye.
Nivîsîngeha Lêkolînan a Pentagonê di rapora xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku DAIŞê êrîşa Tirkiyê ya bo ser bakurê Sûriyê û kêmkirina hêzên Amerîkî yên li herêmê ji xwe re weke derfetekê dîtiye. Da ku xwe rêk bixe û bi vî awayî jî hêza encamdana êrîşan li derveyî Sûriyê peyda bike.
Di raportê tê goti, ku welatên rojavayî jî di bin gefa DAIŞê da ne. Ew rêxistin dikare bi rêka şaneyên xwe yên veşartî li 19 welatên cîhanê êrîşan encam bide. Di heman raporê de hatiye gotin, ku kuştina xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî bandoreke kêm li wê rêxistinê kiriye.