Fermendarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mazlûm Kobanî ragihand, Tirkiyê îsbat kir ku dijminahiya wê ne tenê li dijî YPGê, lê belê li dijî hebûna gelê Kurd li Sûriyê ye.
Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twîtterê amaje bi parvekirina Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya bi zimanê Kurdî di derbarê şervanên jinên Kurd da û helwêsta Tirkiyê ya li dijî wê peyamê dike û dibêje; “Tirkiyê peyama ku bi zimanê Kurdî ku ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê va ji bo pîrozbahiya li ser wekheviya zilam û jinan hatbû kirin, tehemûl nekir. Jiber ku dijminahiya Tirkiyê ne tenê li dijî YPGê ye lê belê li hember hebûna hemû gelê Kurd yên li Sûriyê ye.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins li ser twittera xwe vîdeoyeke şervanên jin ên YPJê belav kiribû. Di twitera xwe ya bi Kurdî da behsa cesareta şervanên jin ên Kurd û wekheviya di navbera jin û mêr da kiribû û gotibû: “Şêr şêr e çi jin e çi mêr e! Ji destpêka şerê li hemberî DAIŞê ve heta niha jinan, di nava qadên şer de cihên xwe girtin û bi beşdarbûyîna xwe, cîhêrengîya di nav koalîsyona me de bihêztir dikin. Jin, aştî, ewlehî!”
Tirkiyê nerazîbûna xwe dîyar kiribû û piştî nerazûna Tirkîyê, ew twittera Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatibû jêbirin.