Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Rêwas Fayeq civînek li dar xistin.
Di civînê da rewşa Iraqê û hewlên ji bo destkarîkirina destûra Iraqê û pêşhatên herî dawî yên li navçeyên hate gotûbêjkirin û nirxandin.
Li gor zanyariyan di civîna hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê da du biryar hatine dayîn.
- Divê Kurd di vê qonaxa niha da yekdeng û xwedî yekhelwêst bin û bi ti awayekê jihev veneqetîn û jihev dûrnekevin.
- Herêma Kurdistanê bi ti curekê li gel destkarîkirina destûrê nîne. Lê belê eger biryara destkarîkirin û guhertina destûrê were dayîn, divê Kurd federaliya Herêma Kurdistanê bibarêzin û bi tu awayî tawîz nedin.
Piştî civîna hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê, civîna duyem a serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê dest pê kir. Civîn li ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatîye li dar xistin û Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî beşdarî civînê bûye.