Serokê Amerîkayê Donald Trump di konferanseke rojnamevaniyê da kuştina Rêberê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî ragihand. Trump di ragihandina da xwe da aşkere kir, ku Kurdan zanyariyên îstîxbaratî dane wan.
Donald Trump got, “Ebûbekir Bexdadî dema di nava tunelekê reviya, sê zarokên xwe bi xwe re biribûn. Bexdadî di tunêlê da dinalîya û digiriya. Paşê jî xwe teqand û xwe li gel zarokên xwe kuşt.
Ew weke qehremanekî nemir, ew weke tirsinokekî mir, ku 3 zarok jî bi xwe re ber bi mirinê ve birin. Wî dizanî dawiya tunelê tine ye.“
Trump di derbarê operasyonê da jî wuha got; “Ev hefteyek bû me ji nêzîk va çavdêriya wî dikir. Heyşt balafir û tîmeke taybet beşdarî operasyonê bûn. Operasyona me di 2 demjimêran da hat encamdan û di operasyonê da tu ziyaneke canî negihiştiye hêzên amerîkî.
Kurdan bi zanyariyên îstixbaratî alîkarîyeke mezin dane me.
Rûsya gelek alîkar bû. Sedem alîkarîya wan spasiya xwe ji Rûsya, Tirkiye, Sûriye, Iraq û Kurdên Sûriyê ra dikim.”