Cîgire Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji bo mijara Rojavayê Kurdistanê diçin Tirkiyeyê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya li Qesra Spî da eşkere kir ku dê Pence û Pompeo ji bo mijara Rojavayê Kurdistanê Tirkiyeyê ziyaret dikin.
Trump destnîşan kir ku, ew dê li dijî Tirkiye û yên din tund tevbigerin, aştî û ewlehiyê bidomînin. Pence û Pompeo dê agirbestê ji Tirkîyê bixwazin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa çapemeniyê ya Mîke Pence da jî hat ragihandin ku Pence dê di 17ê cotmehê roja pêncşemê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di hevdîtina Pence ya bi Erdogan ra, Pence di derbarê êrişên Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û pêkanîna agirbestê gotûbêj bike û ji Erdogan re bibêje sizayên Amerîkayê dê li ser Tirkiyê berdewam bin, heta ku çareseriyek pêk were.