Ji sedem bombebarankirina Tirkîyê ya li Bassûrê Kurdistanê, nêzîkî 9 gundên Mesihiyan yên li sînorê navçeya Zaxoyê hatine valakirin. Welatîyên Mesihî dibêjin, ji bilî valakirina gundan, tu rêyeke din li pêşiya wan nema ye.
Ji ber bombebaranên dewleta Tirk ziyaneke mezin gihîştiye bax û rezên gundîyan. Heya niha ji bilî 9 gundên Mesîhîyan, bi dehan gundên Başûrê Kurdistanê hatine valakirin û xelkê ku ji gundên xwe derketina, nikarin vegerin malên xwe.
Ji niştecihên Mesihî yek bi navê Emanuel Yûsif di derbarê bomberankirina dewleta tirk da wiha dibêje: “Ji ber bomberankirinê dîwarên me dihêjin, gelek xedir li me dikin. Em nizanin çi bikin. Ne hikûmeta herêmê û ne jî hikûmeta Iraqê alîkariya me dikin. Em mane di nav destan da.
Li Zaxoyê 17 gundê Mesihîyan hene û li wan gundan nêzîkî 2 hezar kes dijîn. Jiber rewşa nearam, beşek ji wan malbatên xwe di nav bajêran da bicîh kirine, hinek jî weke zêrevanên gund mane.“
Mixtarê Gundê Deştexê Cemîl Oraha jî ji bo rewssa nearam wiha dibêje: “Em 25 malbat li vî gundî mabûn, lê piştî aloz û şer jin û zarok tirsiyan û çûn navenda Zaxoyê. Niha li gund kes nemaye. Em ji ber êrişên Tirkîyê nikarin çandiniyê bikin.
Leşkerên Artêşa Tirkiyê bi berdewamî çavdêriyê li ser gundên me dikin. Şeraniş û Deştex du gundên Mesihiyan yên herî mezintrnin û niha vala bûne.“
Qeşeyê Mesihî John Dawud jî rewssa herêmê dinirxîne û wiha dibêje: „Li Zaxo 21 dêrên me hene, sedem bombebarankirinê li 9 dêran merasimên olî birêve naçin.
Jiber ku li gundên hatine valakirin dêrên me bê Qeşe mane, em nikarin herin li wan deran merasîmên olî pêk bînin. Em daxwazê ji Tirkiyê dikin ku bila bombebaranê bidin rawestandin. Em dixwazin rê ji me ra xweş vekin, daku em herin merasîmên xwe yên olî saz bikin.“