Amerîka jibo çavdêriya Navçeya Aram û sînorê Tirkiyê yê bi Rojavayê Kurdistanê re, 150 serbazên din dişîne Rojavayê Kurdistanê.
Rojnameya The New York Times rdıgıh“ıne, ku, Wezareta Berevaniya Amerîkayê, amadekariya şandina 150 serbazên din ji bo Rojavayê Kurdistanê dike. Hêza nû dê di demeke nêzîk de bigihe nav axa Rojavayê Kurdistanê û Navçeya Aram.
The New York Times bal dikişîne, ku rayedarên Amerîkayê di nav heftiyên dawî da, piştî ku Amerîkayê bi Tirkiyê ra li ser navçeya aram li hev kiribû, biryar dane ku hêzeke zêdetir bişînin Rojavayê Kurdistanê.
Erkê hêza nû ew e ku bi hêzên Tirkiyê ra çavdêriya navçeya aram bikin û bi hêzên Tirkiyê ra li deverên diyarkirî, dewriyeyên hevbeş encam bidin.
The New York Times îddîa dike, ku bi şandina wan serbazan û herwiha bi rêkeftina navçeya aram, Amerîka hewl dide, hêzên Kurdî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, ji gef û êrîşên Tirkiyê biparêze.
Berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî vê yekê piştrsat dikin û dibêjin, hejmara hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê têra ku bikaribin çavdêriya sînoran bikin û navçeya aram biparêzin, hêjmareke kêm e û ew dixwazin zêde bikin.