Dema li ser lêvên min re hinek gotinên tewş şemitîn, pê hesiyam ku jiyana min bi tewşiyê hatiye dorpeç kirin. Di cîh da nefes li min çik bû. Min xwe avêt der, ketim serê rê û dirban, xwest ku hemû gotinên xwe yên tewş li dû xwe biweşînim.
Min wer dizanîbû ku bi weşandina wan ra ezê êdî ji wan rizgar bibim. Bihîstina min bihîstibû; “Peyv difiriya û nivîs dima.“ Lê min nedizanî ev gotin ji aliyên mirovên bi lez û bez ve bi nezanî hatiye gotin. Dema mirov hinekî li ser demên xwe yên bihurî bihizire, pêdihese ku peyv jî nafire.
Mirov mexlûqek jibîrker e. Rast e, peyv li ber guhên mirov re difirin, lê naçin, wenda nabin û li dema xwe dipên. Ji ber ku li ber çavan nîne ji aliyê mirovên bi lez û bez ve tuneyî tê hesabkirin. Kengê wexta wê hat û bandora xwe nîşan da hîn pê tê hesandin ku peyv jî nefiriye.
Aşîkarbûna peyvê ya nivîsê girantir e. Ji ber ku zû ve hatiye jibîrkirin, di hişê mirov da hatiye avêtin. Aşîkarbûna wê di serî de mirov navûhev û serûbinêhev dike. Mirovên kûr û hûr bi hesaban ra mijûl dibin, bi aşîkarbûna wê ra hevdiceniqin. Xwe şaş dikin û nizanin çi bikin.
Bi van gotinan dixwezim çi bibêjim? Bi rastî dixwezim bala we bikişînim li ser berpirsiyariya mirovan. Ango mirov ji hemû kirin û kiryarên xwe, ji gotinên xwe ra jî berpirsiyar e.
Di navbera peyvên berpirsiyar û bandor de pêwendiyek zexm heye. Kirin û nekirina tiştên ku mirov jê berpirsiyar e, li ser jiyana mirov tesîrîke mezin dike. Di vî warî de gotin û negotina mirov jî wusa ye. Mirov carna qet tiştekî ji xwe ra nekin bar.
Mirov mexlûqek berpirsiyar e. Gotinên ji devê wî derdikevin, pirsên îmtîhana jiyana wî ne. Ew di demek teng da derdikevin pêşiya hotindarê xwe. Da ku derbikeve holê ka ewê gor gotina xwe an dijî gotina xwe tevbigere.
Bi tecrûbeyên jiyanê sabît e ku mirov pir caran dijî gotina xwe hewl dide. Lewma gotinek pêşiyan da tê gotin; “Peyîvandin zîv be, sikut zêr e“.
Di kitêba cihuyan a bi navê Talmûtê de gotinek wusa heye. Ev gotin daxweza mina ji bo vê nivîsê bi kurtayî tîne ziman. Gotin wusa ye:
„Miqatî ramanên xwe bibe, ew dibin peyvên te. Miqatî peyvên xwe bibe, ew dibin tevgera te. Miqatî tevgera xwe bibe, ew dibe xûyên te. Miqatî xûyên xwe bibe, ew dibin exlaqê/sincê te. Miqatî exlaqê/sincê xwe bibe, ew dibe qedera te.“
Jiyan tu car yekalî nine. Aliyên nerênî nebin mirov nikare ji aliyên erênî haydar bibe. Bi kêmasiyên jiyanê em haydarê nîmetên jiyanê dibin. Heta jiyan bidome wusa ye.
Kêmasiyek mirov a mezin xwe gotin, kirin û biryarên xwe dûr girtin e. Bi vê tevgera xwe ya xapînok wer dihesibîne ku êdî bandorek wan nemaye. Lê rastiyên jiyanê ne bi lez û bez in, li wexta xwe dipên. Kengê wexta wan hat bandora xwe nîşan didin. Zû û dereng çewtî û nakokiyên vê kêmasiya dijwar ji bîbilên mirov re derdixin. Di jiyanê da şaşitiya herî mezin nekirina şaşiyan nîne, dershilnegirtina ji şaşiyan e.
Mirov çi dike bila bike, di ku da tere bila here; nikare xwe ji jiyana xwe bifitilîne. Ewê zû û dereng rastiya xwe aşîkar bike. Di dawiyê da mirov çiqas xwe bixapîne, lêdana jiyanê jî li wî weqas giran dibe û wî dipelixîne.
Bi pêvajoya jiyanê ra kesayeta mirov ava dibe û derdikeve holê. Hinbûna bi teorîk baş e, lê qîma mirov nake. Divê bi bûyer û serpêhatiyan tecrûbeyên jiyanê werin xemilandin ku mirov xwe li hember tengasiyên li rû erdê bikaribe biparêze û bikemile.
Gotina ku, „yek musîbetek ji hezar nesîhetan çêtir e“ giringiya tecrûbeyan tîne ziman.
Tecrûbeyên jiyanê ji me dide diyarkirin ku tu tişt badîhewa nîne.
Stuttgart, 08.07.2019, Duşem