Îro salvegera 28mîn a reperîna Başûrê Kurdistanê ye. Gelê Kurd 28 sal berê li dijî rejîma Beis a Iraqê serî hilda, ku di nava gel da weke Raperîn tê binavkirin. Serhildan cara ewil ji navçeya Raniyeyê dest pê kir û pişt ra di nav bajar û navçe û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê da belav bû.
Roja 5ê Adara sala 1991ê, Kurdên ji Raniyeyê, di navbera çend demjimêran da hemû sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê bidest xistin. Pêla Raperînê ji Raniyeyê gihîşt bajar û bajarokên din û 20 rojan dom kir.
Di nav 20 rojan da, hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê, bi Kerkûkê va ji destê hikûmeta navendî ya Iraqê hatin rizgarkirin.
Bi helkevta bîranîna ev serhildana mezin, îro li navçeya Raniyeyê salvegera Raperînê bi çalakiyan tê pîrozkirin.
Di destpêka Raperînê da guleya yekem, ji aliyê kesekî bi navê Elî Nebî ve li Raniyeyê hatiye teqandin û ew weke yekemîn şehîdê Raperînê tê hesibandin.
Raniye bajarokek li ser parêzgeha Silêmaniyê ye û di navbera çiyayên Kêwe Reş, Hacîle û Asosê da cîh digre. Deşta Raniyeyê di warê çandiniyê da herêmeke bi nav û deng e.