Îro li du bajarên mezin yê Bakûrê Kurdistanê, li Amed û Wanê bi girseyeke mezin Newroz hate pîrozkirin. Li herdu bajaran bisedhezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.
Newroza Amedê, di saet 11 sibê da dest pê kir û heta saet 16an berdewam kir.
Newroza Amedê Hevserokê Kongreya Civaka Demokrtaîk (KCD), Bedran Ozturk va dest pê kir û dû ra Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan axifîn.
Gotara hevserokê berê yê HDPê, Selahattin Demirtaş jî hate xwendin.
Şahîya Newroza Wanê jî li bin kelheya dîrokî ya Wanê û li Parka Çandê birêve çû. Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli beşdar şahîyê bû û axifî.
Herwiha di şahîya pîrozbahiya Newrozê ya li herdu bajaran hunermend û stranbêj û komên mûzîkê jî beşdar bûn û kilam û stranên Kurdî pêşkêş kirin.