Fransa û Almanya, du dewletên mezin û bi hêz in. Herdu dewlet di nav Yekitîya Ewropayê da cîh digrin û serkêşîya wê dikin.
Nuha jî dixwezin di navbera xwe da parlamentoyeke hevpar damezrînin.
Ji bo vê yekê parlamentoya Fransayê civîya û di civîna xwe da peymana damezrandina parlamentoya hevpar pesendkir.
Heger ku ev peyman di rojên pê da ji aliyê parlamentoya Federal a Almanyayê jî bê pesendkirin, dê parlamentoya hevpar dest bi karê xwe bike.
Gor peymana ku ji alî herdu dewletan va hatîye amadekirin, divê 100 parlamenteran pêk were û ji wan 50 parlamenter ji Parlementoya Fransayê û 50 parlamenter jî Parlamentoya Federal a Almanyayê be. Parlamentoya hevpar dê di salê da du caran bicive û çavdêriya pêvajoya xurtkirina pêwendiyên navbera herdu welatan bike.
Serokê Parlamentoya Fransayê Richard Ferrand, di derbarê vê yekê da kêfxweşiya xwe ya li hember pesendkirina parlamentoyê tîne ziman û dibêje: “Pêkanîna Parlamentoya Hevpar, nîşaneya xurtbûna pêwendiyên me ye.“