Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana çend welatên Ewropayê kir.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, dijberiya Amerîkayê li beramber kirîna gaza xwezayî ji Rûsyayê ji aliyê welatên Ewropayê ve, ne bo wê yekê ye ku gaza xwezayî ji Amerîkayê bikirin û got: “Li gor Amerîkayê ev mijar pirseke girêdayî asayişa niştimanî ye”.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo li Mecarîstanê civîneke çapemeniyê lidarxist. Di civînê da daxwaz ji welatên Ewropayê kir û got;
„Em dixwazin hevkariya welatên Ewropayê bikin, daku di warê peydakirina gaza xwezayî de bi tevahî pişta xwe bi Rûsyayê girê nedin û çavkaniyên wan ên alternative hebin. Jiber ku di dema nakokiyeke siyasî de, Rûsya vê gaza xwezayî wek kartekê li dijî welatên Ewropayê bikar tîne.
Peywendiya vê yekê bi firotina gaza Amerîkayê ve nîne, lê ev yek li gor Amerîkayê pirseke asayîşa niştimanî ye. Bila welatên Ewropayê xwedî alternativ bin û pişta xwe bi Rûsyayê va girênedin”.