Her mirov xwediyê daxwezên xwe ye. Divê ku mirov daxwezên xwe bi şêweyek baş bîne ziman û ji bo wan hewlbide. Em pir caran tenê bi lêvkirina dawezan qîma xwe tînin û dixwezin ew tişt bi dû lêvkirina me biçe serî. Lê tecrûbeyên rojane nîşan didin ku daxwez wusa naçin serî. Dema mirov tiştek xwest divê wî neavêje baş guhên xwe û ji bo wî kar bike. Xebata ji bo pêkanîna tiştekî ji daxwaza wê girîngtir e. Lê aliyekî wî yê derûnî ji heye. Em di van rojên nûjen de pir caran ji aliyên derûnî nahesin an jî nabînin.
Di jiyana li rû dinê de qîmet û tama daxwezan zêdetir girêdayiyê hevce, ked û zehmeta mirov e. Hinek tişt ji bo domandina jiyanê divê hebin. Li ser hewcebûna wan pêwist nîne ku mirov muneqeşe bike. Lê tenê hewcebûn ji bo buhagiraniya tiştekî qîma mirov nake. Ked û zehmeta ku mirov ji bo destxistina wî tiştî xerc dike jî girîng e.
Hinek kes dixwezin her tiştên ku ew dixwin û vedixwin ji wan zêdetir tamê bigrin. Lê nizanin ku ked û zehmeta ji bo destxistina wan tiştan jî li ser tama wan xwedî bandor in. Mirovên ku dixwezin kesên li derûdora wan durist û paqij bin, divê para xwe jî bînin ber çavan. Dema mirov mesûliyeta xwe zanî û li hember qirêj û neheqiyê derket jiyana xwe watedartir dike û ji guhertinan kêf û zewqê digire.
Belê, jiyanek bi mesûliyet jiyanê watedartir dike. Dema haya mirov ji mesûliyetên wî tunebû ji jiyana wî jî nabe. Mesûliyet mirovan hayîdar dike. Mirov çiqas haydar be, weqas jî biderd dibe. Heta mirov biderd nebe bi dû dermanan nakeve. Bidû ketin ji bo destxistinê hewldan e, di cîhê xwe de rabûn e, zehmet kişandin e, ji sedeman re karketin e.
Bi şoreşa sanayiyê/pêşesaziyê re li rû erdê îmkanên/derfetên însanan zêde bûn. Bi pêştveçûyîna teknîkî re pir derfetên nû derketin holê û hîn jî berdewam in. Lewma pir kesan hêvî kir ku kêmasiyên jiyana li serê erdê bi van derfetên nû çareser bibin û jiyanek asan ji her kesî re ava bibe. Lewma rewşenbîrên dema nûjen ji mirovan re soza bihuştek li rû erdê dan. Wan bawer kirin ku bi destxistin û pêştvexistina teknîkê re derfeta jiyanek asan a mîna jiyanek gor salixdanên bihuştê li serê erdê mimkûn bibe. Lê wusa nebû. Mirov dikare di vî warî de curecur şiroveyan pêşkeş bike. Her şiroveyek dibe ku rastiyeke derbixe holê. Lê dîsa jî mijar bi temamî nikare bê ravekirin/îzahkirin.
Di vê çarçoveyê de dixwezim bala we bikişînim li ser noxteyeke. Tecrûbeyên rojane nîşan didin ku însan li gor jiyana li rû dinê tu car nikare demek dirêj ji sedî sed jiyana xwe razî bibe. Mirov di mercên herî baş de bije jî bi dû demeke re hewcedarîya guhertinan dibîne. Her guhertin hewldanek e. Divê mirov bi hewldanan zehmetê bikişîne ku tam û zewqa bi dû zehmetê re derdikevin holê bihese û bije. Va qeydeyek bingeha domandina jiyana li rû dinê ye.
Dema em vê rastiyê bi gotinek din bînin ziman, dikarin wusa bibêjin. Li serê erdê jiyanek asan a mîna bihuştê ji aliyê teorîk ve mimkûn be jî ji aliyê pratîk ve nemimkûn e. Pirsgirêk parçeyek ji jiyanê ye. Pirsgirêk ji bo hewldan û têkoşînê piwist e. Lewma mirov dikare bibêje ku pêrsgirêka mirovên bê pirsgirêk, tunebûna pirsgirêkên wan e. Ango jiyan bê pirsgirêk nabe û têkoşîna ji bo çareserkirina pirsgirêkan jiyanê watedar dike. Dema mirov ji pirsgirêkên xwe re mijûl nebe, ewê bi pirsgirêkên kesên din re mijûl be. Lewma di vê dema nûjen de desthilatdar bi raya medyayê pirsgirêken xwe pêşkeşî mirovan dikin û dixwezin zêdetir kes li wan xwedî derbikeve. Ew bi vê şêweyê mirovan dixin bin bondora xwe.
Dema mirov ji pirsgirêkên xwe xwedî dernekevin û bi çareseriya wan re mijûl nebin ewê di demek kin de ji aliyên desthilatdaran xwe ve werin dorpeçkirin. Êdî ev kes derhiş mijûlkerê pirsgirêkên desthilatdaran in.
Stuttgart, 17.02.2019