Serokê Amerîkayê Donald Trump di derbarê vekişandina ji Sûriyê, şerê li dijî DAIŞê û gefên Tirkiyê bo encamdana êrîşekê li dijî hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, peyamek belav kir.
Donald Trump di peyama xwe da dibêje; „Vekişandina hêzan weke ku dihate çaverêkirin, dest pê kiriye, di demekê de ku bi armancgirtina xelafeta DAIŞê ya ku li herêmeke biçûk maye, li gelek aliyan ve bi awayekê bihêz berdewam e.“
Trump di daxûyanîya xwe da hişyariyê dide Tirkiyê jî û dibêje: „Eger ku Tirkiye êrîşî Kurdan bike, ez dê ji aliyê aborî ve Tirkiyê birûxînim.“
Serokê Amerîkayê dide xuyakirin ku ew naxwaze Kurd jî Tirkiyê tehrîk bikin û ji bo vê yekê jî pêşniyara avakirina herêmeke ewlehiyê ya 20 maylî dike.
Trump di dawiya peyama xwe de dibêje: „Lê belê niha dema vegerandina hêzên me ji bo welat e. Bisekinin, hê dawî li şer nehatîye.“