Di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed hevdîtinek pêk hat. Gor dîyarkirina Ehmed, Trump wî li li hotela xwe ya li Washingtonê demeke kurt dîtîye û jê ra gotîye “Ez ji Kurdan hez dikim.”
Îlham Ehmed aşkere dike ku, civîna wê bi Trump re civîneke ne fermî bû ye û 10 xulek berdewam kirîye. Ehmed ji Trump daxwaz kirîye ku li Sûriyê wan bi tenê nehêle.
Trump jî soza parastinê daye û gotîye; Ez ji kurdan hez dikim.”
Îlham Ehemd radigihîne ku, ew hewl didin hevdîtinên zêdetir bi berpirsên Amerîkayê ra bikin.
Ehmed di daxûyanîya xwe da dibêje: „Divê piştî vekişîna hêzên Amerîkî xebatek bê kirin. Niha hin xebat hene, ev xebat di çarçova diyalogê da bên kirin ku navçe parastî bimîne û destkeftiyên hene mayinde bibin û Sûriyayeke demokratîk ava bibe.”
Li ser avakirina devera Aram jî Îlam Ehmed wuha dibêje: “Herêma ewle ya di bin desthilata Tirkiyê da tu car nayê qebûlkirin. Herêma ewle ya Tirkiye behsa wê de dike, wek kampên DAIŞê, Nusra û komên tundrew in. herwiha tevlihevî, koçberî û destdirêjahiya li ser mafên gelan û pêkhateyan e û bi tu carî nayê qebûlkirin. Rewşa Efrînî li ber çav e. Heger devereke ewle çê bibe jî, divê di bin kontola HSD û gelên herêmê de be û di bin çavdêriya navdewletî da çê bibe.”