Serok Barzanî, îro li Selaheddînê pêşwaziya şandekî Yekîtiya Ewropa ku ji Jan Krîstov Bêlard Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewropa yê Karubarê Siyasî û Ramon Blîko Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê û Klarîs Pasorî Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê pêk tên, kirîye.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û her wiha proseya siyasiya Herêma Kurdistanê hatîye guftûgo kirin.
Gor ragihandina malpera fermîya ya Serok Barzanî, Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewropa yê Karubarê Siyasî Jan Krîstov, di derbarê hilbijartinan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê da sekinîye û gotîye, Herêma Kurdistanê li ser rêyekî dirust hengavan diavêje. Hêvî kirîye ku Herêma Kurdistanê bibê mînakek ji bo Rojhilata Navîn.
Di derbarê hevkarî û şêwirîna ji bo Hukumeta Kurdistanê amadebûna Yekîtiya Ewropa anîye ziman.
Serok Barzanî di hevdîtinê da balkişandîye ser rewşa Sûriye û paşaroja gelê Kurd û her wiha nêrîn û pêşniyarên di derbarê çareserkirina kêşeyên gelê Kurd li Sûriye û pêşhatên nû bi şanda mîhvanan ra gotûbêj kirîye.