Mirovek dema kete temgasî ye, an bi serê wî de tiştekî nexweş hat, an jî pirsgirêkekê çêbû, tişte xwezayî ew e ku ji bona çareserkirinê hewil bide. Lê gelek caran di wan hewildanan de zanyariya rojane ji bona çareseriyê pirsgirêkan têrê nake.
Wê demê li zanyariya ceribandina xwe dinêre. Di encamê de ceribandinên ji mirov re zanyariya çêkirî, dibe alîkar ku pirsgirêkên xwe çareser bike.
Wek kesan û însanan û mirovan, netewe jî dikevin zehmetiyê, tujî pirsgirêkên mezin dibin, bi serê wan de felaket û kerasetên mezin tên. Netewe jî mecbur in ku van pirsgirêkan çareser bikin. Ew jî, ji cerabandinên xwe, ji zanyariya xwe ya bi giştî îstifade dike.
Ceribandina neteweya me ya kurd û Kurdistanê, di dîroka xwe ya dirêjxane de gelek caran, gelek sedsalan, 50 salan tujî pirsgirêk, felaket û kerasate bûye. Ji bona ku ji van kerastan rizgar bibe, pirsgirêkên xwe yên stratejîk çareser bike hewildana xwe domandiyê.
Di hewildana xwe ya çareserî de hîç şik tune ye ku ceribandina neteweya kurd yên bihûrî jê re bûne alikar. Di ser keraset û xeteriyên stratejîk re jî bi ceribandinên xwe yên dîrokî û zanyarî derbas bûye.
Di ev qoxana dawî de neteweya me ya kurd li Rojavayê Kurdistanê di nav xeteriyeke mezin de ye. Divê ji vê xeteriyê rizgar bibe. Pirsgirêke neteweya me, bi kêmrîsk çareser bibe, qetlîameke nû bi serê neteweya me de naye.
Ji bona vê divê em ceraibandina dîrokî û stratejîk yên neteweya kurd binêrin. Du ceribandinên dîrokî li Kurdistanê girîng hene ku divê em ji wan cerabandinan fêde bibînin.
Ceeribandinek li Rojhelata Kurdistanê pêk hat.
Ceribandinek jî li Başûrê Kurdistanê pêk hat.
CERIBANDINA KOMARA KURDISTANÊ YA MEHABADÊ…
Ceribandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê li Rojhelata Kurdistanê pêk hat., Piştî şerê Cîhanî yê 2emîn di serê neteweya me re derbas bû.. Ew ceribandina di sala 1946an de, beriya 73 sê salan pêk hat.
Li çar parçeyên Kurdistanê hezar mixabin serhildan û şoreşên milî beriya Şerê Cîhanî yê 2.emîn biqede bi zora dewletên kolonyalîst hatin şikandin. Argunên Şoreşaên Milî hatin tevandin. Li hemû parçeyên Kurdistanê neteweya kurd, darbeyeke mezin xwar û di qetlîaman re derbas bû.
Li Rojhelata Kurdistanê jî Şorteşên milî û serhildanên serxwebûnxwaz hatibû şikandin.
Di wan şertên gelek zehmet de û li Kurdistanê bêdengiyeke gelek trajedîk didomand, dema dawiya Şerê Cîhanî yê 2.emîn qediya ji bona neteweya kurd, li Rojhelata Kurdistanê derfeteke nû derket û heviyên serxwebûna Kurdistanê jinûve geş bû.
Ew konjoktura nû jî, bi destên Emerîkayê, Îngiltereyê û Yekîtiya Sovyetan îşgala Îranê bû. Her dewletek emperyal dixwestin ku li Îranê xwediyê desthilatdarî û nûfuza siyasî bin.
Yekîtiya Sovyetan, di ew konjuktura taybet de xwest ku li Îranê azerbeycaniyan û kurdan bike dost û hevalbendê xwe. Loma jî xwest ku Azerbeycanê bike dewleteke serbixwe û Kurdistanê jî wek welatekî otonom bi Dewleta Azerbeycanê re girêbide.
Berpirsiyarên kurdan û heyeta ku di bin serokatiya Pêşawa Qazî Mihemed de çûn serdana Yekîtiya Sovyetan, ev prpojeya qebûl nekirin. Yekîtiya Sovyetan mecbûr bûn ku li Kurdistanê jî dewwlet ava bibe û ji wê dewletê re bibe alîkar. Di bin pêşengiya Partiya Demoıkrat a Kurdistana Îranê û Pêşawa Qazî Mihemed de, di sala 1946an Dewleta Kurdistanê ya Meheebadê ava bû.
Dema ku di navbeyna dewletên emperyal de li ser parvekirina dinyayê li hevkirin pêk hat, biryar dan ku ji Îranê derkevin. Dema ku Yekîtiya Sovyetan jî, ji Îranê derket, piştgiriya xwe ya dewleta Kurdistanê jî qût kir.
Dewleta Îranê ya kolonyalîst dema ku dît, Yekîtiya Sovyetan pişitgiriya Dewleta Kurdistanê nake, wê demê biryar da ku êrişî Kurdistanê bike û di demek kurt de jî êriş kir.
Pêşawa Qazî Mihemed û berpirsiyarên din yên Dewleta Kurdistanê û Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê biryar dan ku ji bona ku li Kurdistanê qetlîam nebe, biryar dan ku şer nekin. Biryar dan ku qedera xwe bi ya neteweya xwe ve bikin yek. Di encamê de Dewleta Kurdistanê hat rûxandin û Pêşawa Qazî Mihemed û Sadrî û Seyfî Qazî hatin îdam kirin.
CERIBANDINA OTONOMIYA KURDISTANÊ…
Wek tê zanîn Serokê Milî Mistefa Barzanî û hevalên wî, di damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de damezrênêr bûn. Serok Bazranî, di bin serokatiya Pêşawa Qazî Mihemed de wezîfeya serleşkeriya dewletê girt ser milên xwe.
Dema ku êrîşa Dewleta Îranê li hemberî Dewleta Kurdistanê dest pê kir, Qazî Mihemed ji Serok Barzanî daxwaz kir, ku ji Kurdistanê derkeve. Wê demê Ala Kurdistanê jî da wî ku ew biparêzê. Di hemandem de ji wî re wasiyet dikir ku ew dikare Ala Kurdistanê, li Kurdistanê bilind bike.
Serok Barzanî û hevalên xwe, gelek bi zehmetî û di nav xeteriyan û şeran re derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn. Li wir jî gelek zehmetî û meşaqet dîtin.
Di sala 1958an de dema ku li Iraqê desthilatdariya siyasî hat guhertin û Ebdûlkerîm Qasim bû desthilatdar, li Iraqê xwest ku guhertinan çê bike. Bi taybetî jî xwest ku guhertinê li Kurdistanê û di makezagonê de çê bike. Loma jî terefa kurd ji bona guhertinê hewcedar didît. Ji bona vê jî dizanî ku Serok Mele Mistefa Barzanî teref kurd temsîl dike.. Lewra ew serokê PDKê bû. Di hemandem de serokê Tevgera Barzaniyan bû. Tevgera Barzaniyan li Başurê Kurdistanê û li Iraqê di dema Şêx Ebdûlselam Barzanî de jî, temsîla neteweya kurd dikir.
Serok Barzanî û hevalên wî bersîva desthilatdariya nû erênî (pozîtîf) dan. Ew û hevalên wî vegeriyan Iraqê û Başurê Kurdistanê.
Dema ku Serok Barzanî û hevalên wî vegeriyan Iraqê, di makezagonê de guhertineke gelek girîng û bingehî çêbû. Di makezagonê de hat pejirandin ku Iraq ji du neteweyan, neteweya kurd û ereb ava dibe. Li Iraqê du ziman fermî ne. Ew jî zimanê kurdî û erebî ye.
Ew dihat wê wateyê ku li Iraqê du herêmên otonom, herêma ereban û kurdan dê ava bibe. Her neteweyek dê li welatê xwe û di otonomiyan de desthilatdar be.
Hezar mixabin piştî demekê desthilatdariya siyasî û hikûmeta navendî ya Iraqê gor makezagona nû tevnegeriyan. Wê demê Serok Barzanî û PDKê tespît kir ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê dê êrişî wan bike. Loma jî li Kurdistanê dest amadekariya berxwedanê hat kirin.
Demeke dirêj derbas nebû dewletê êriş kir. Li Başurê Kurdistanê Şoreşa Milî ya Îlonê di sala 1961an de dest pê kir.
Şoreşa Milî ya Îlonê serkeftî bû. Desthilatdariya Baasê mecbur bû ku bi Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê re li hev bike.
Di 11 Adara 1970yî de di navbeyna kurdan û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de peyman çêbû. Deglerasyonek hevbaş hat pejiranadin Di wê peymanê de Otonombûn û desthilatdarbûna kurdan li Kurdistanê û Iraqê hat pejirandin.
Di Peymana 1970yî de ji bona Kerkukê biryarek taybet hat girtin. Gor biryarê, statuya Kerkukê piştî çar salan yanî di sala 1974an de bi plebîsîtê diyar bibe ku dê di bin desthilatdariya kurdan de an jî di bin desthilatdariya Hikûmeta Navendî de be.
Hezar mixabin Hikûmeta Navendî dizanî ku encama plebîsîtê dê diyar bike ku Kerkuk bajarê Kurdistanê ye, loma ji bona ku plebîsıt naye li dar xistin, prowokasyonên mezin pêk anî. Ewqas pêştaçûna xerabî çê bû ku ji bona Serok Mele Mistefa Barzanî bê kûştin, sûîkast lê hat kirin.
Di encamê de girêdayî mijara stratejîk ya Kerkukê di navbeyna Hikûmeta Navendî û Kurdan de şerekî dijwar derket. Her çiqas Yekîtiya Sovyetan li pişt Hikûmeta Navendî bû jî, srekeftina wan pêk nehat. Kurd pêş diketin.
Di vî şerî de bi wasitaya Îranê Emerîkayê alîkariya kurdan dikir. Lê dem hat, piştgirî qedandin. Wê demê ji bona ku kurd nayên qetlîam kirin û erebkirin, Serok Barzanî û PDKê şer da rawestandin.
Hîç şik tune ye bû rawestandina şer wek ceribandina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê dewleta duyemîn ya Kurdistanê hat hilweşandin. Lê ji bona ku neteweya kurd di aramî de bijî, kurdan û serok Mele Mistefa Barzanî tehemulî vê encamê kir.
DIVÊ ROJAVAYÊ KURDISTAN Û PKK/PYD, JI VAN HERDU CERİNBANDİNÊN LI KURDISTANÊ DERS BİGRE Û PKK/PYD DEV JI ÇEK BERDE…
Li Sûriyeyê dema li Deraayê serthildana siwîl çê bû, rêxistinên Kurdistanê pozîtîf pêşwazî kirin, ji serhildanê re piştgirî kirin.
Wê demê PKK/PYD li dijî van xwepêşandanan bûn û dixwestin ku xwepêşandanên li Kurdistanê proweke bikin, ji mecreya rewa û demokratîk derxin. Lê ji bona ku nexurt û nêhezeke mezin bû, nedikarî di ev plana xwe de serkeftî be.
PKK, her çiqas di Sibata sala 1999an de Ocalan ji Sûriyeyê derket hat Tirkiyeyê jî, pêwendiyên PKKê û Sûriyeyê domand. Sûriye, di sala 2003an de PYD ava kir. PYD, wek partiyeke Sûriyeyê hat ava kirin.
Li Sûriyeyê dema ku di sala 2011an de serhildanên siwîl hatin li dar xistin, PKK/PYD stratejiya xwe, gorî ku Rejîma Baasê nayê rûxandin tespît kir.
Rejîma Baasê, ji bona ku Rojavayê Kurdistanê bigre bin kontrolê û bi mixalefeta giştî ya ereb re yekîtî çê neke, PYDê çekdar kir û desthiladariya xwe ya leşkerî bi PKK/PYDê re parve kir. PKK/PYDê li Kurdistanê û li Helebê wezîfeya xwe gelek baş anî cî. Li Kurdistanê sîstemeke zûlmê û dîktatoriyeke tarî û tirsê ava kir.
Rejîma Suriyeyê piştî ku Rûsya û Îran gazî kir, PKK/PYD bi sê dewletan re xebat kir, xizmetî sê dewletan kir.
Di sala 2015an de ji bona PKK/PYD derfeteke nû derket. Ew jî ew bû ku Emerîka li leşkeran digerî ku bi DAEŞê şer bikin, li Reqayê û li Dêre Zıor” operasyona pêk bînin. Wê demê Emerîkayê bi PKK/PYDê re danûstandin kir. Bi her awayî jê re alîkarî kir. PKK/PYD ji Rejîma Sûriyeyê û Îran û Rûsyayê dur ket.
Di van rojên dawî de biryara Emerîkayê ji Sûriyeyê derkeve, ji bona PKK/PYD bû hem darebeyeke mezin û hem jî bû îflasa siyaseta wan. PKK/PYD nûha jî dixwaze ku jinûve bikeve bin xizmeta Rejîma Sûriyeyê li hemberî êriş û operasyona Dewleta Tirk.
Dema vê yekê dike, ji Rejîma Suriyeyê re dibêje were axa xwe biparêze. Di encamê de rewş û statuya Suriyeyê vedigere beriya 2011an.
PKK/PYD bi ev siyaseta xwe dixwaze Rojavayê Kurdistanê bike qada şerê Dewletan. Dewleta Tirk û Sûriye û Rûsya û Îranê. Lê hîç şik tuıne ye ku ev siyaseta wan dê zerara bide neteweya kurd û Kurdistanê.
Dewleta Suriyeyê û Ereb PKK ji bona ku bi alîkariya Emerîkayê gelek bajar û bajerokên wan îşgal kir û li wan deveran desthilatdar bû, PKK/PYDê naxwazin ku wek rêxistin bidome. Tasfiyekirina wan dê bixwaze.
PKK/PYD, ji bona ku li dijî mixalefeta ereb şer kir û piştgiriya Rejîma Baasê kir, ji aliyê wan de jî dijmin tê qebûl kirin.
Dewleta Tirk, PKK/PYD dijmin qebûl dike. Loma Efrîn îşgal kir. Nûha jî ji bona ku Rojavayê Kurdistanê îşgal bike, amadekariyê dike.
Vegera Emerîkayê ji bona operasyona Dewleta Tirk, ji bona mixalefete, ji bona Suriyeyê derfetên nû derxistin holê ku PKK/PYD tafiye bikin. Bi tasfiyekirina PKK/PYDê, dê di hemandem de zerar bide Rojavayê Kurdistanê.
Loma ji bona berjewendiya kurdan divê PKK/PYD, ceribandinên Kurdistanê yêm ku min li rêzên jorîn analîz kir, ders bigre; dev ji çek berde.
Amed, 04. 01. 2019