Hunermenda operayê ya ji Rojavayê Kurdistanê Mizgîn Tahir, got ku bingeha operayê, ji dengbêjiya Rojhilata Navîn bi taybetî ji ya çanda Kurdî tê.
Mizgîn Tahir li Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê di malbateke hunerî de hate dinyayê û li bajarê SerêKaniyê mezin bûye. Bavê wê dengbêjê bi navê Necîmê Omerî an Necîmê tembûrvan bû û birayê wê, xwîşka wê stranbêj bûn.
Piştî qedandina dibistana navîn , dixwest biçe konsêrvatwar ê, lê him ji ber jinatiyê, hem jî ji ber ku muzîk bi girînh nedihat dîtin civak ji wê re pir ne alîkar bû. Wê pêşî li Zanîngeha Şamê di beşa arkeolojiyê de dixwend. Du sal bişûnde ew beş berda û sala dawî temam nekir.
Di 1999an de dest bi konservatiwarê kir û di sala 2004an de xwedina xwe li Şamê bi dawî kir. Mizgîn Tahir heta niha li gelek bajaranên mîna Şamê, Silêmaniyê û Amedê konsêr pêşkêş kirine.
Hunermenda operayê ya Mizgîn Tahir ku diyar kir ku ew di wê baweriyê de ku bingeha operayê Rojhilata Navîn e, û ji dengbêjiyê tê.
Rawîn Stêrk: Gelek kes te wek xelka Bakurê Kurdistanê nas dike lê tu bixwe ji Rojavayê Kurdistanê yî, tu dikare behsa xwe bikî.
Mizgîn Tahir: Ez hunermaneke Kurd im. Li bajarê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê mezin bûme lê li Girêspî ji dayîk bûme. Ez di malbateke hunerî de hatim dinyayê. Bavê min dengbêj bû. Bavê min ku wek Necîmê Temburvan dihat naskirin dengbêjî û tembura wî gelek bihêz bû. Gelek denbêjan digotin ku bila têne bavê min li temburê bixe. Min xwest ku ez bi awayekî akademîk muzikê bixwinim, lê derfeta min nebû ez yekser herim wê beşê bixwinim. Lewma min yekem min li Şamê dest bi arkelojiyê kir pişt re muzik xwend.
Malbata te ji ber mercên siyasî li gelek welatên cihanê belav bûye. Tu dikare behsa sedama vegera bo Bakurê Kurdistanê bikî?
Bav û dayîka min bi eslê xwe ji bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ne û piştre derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne. Bavê min ji ber leşkerî çûn binxetê. Sê zarokên dayika min li Bakur çêbûne. Berê jî gelek mirovên me li Amûdê, Qamişlo û deverên din ên Rojava hebûn.
Ji bo te avakirina akademiyeke muzikê li Bakur ji çûna welatên rojavayî û tu li wê derê navdar bibî girîntir bû ku çûyî Bakur?
Ji bo min tu li ser koka, li ser erdê xwe bijî pîroztir e. Heger tu ne li ser xaka xwe bijî te bivênevê tu jî çanda xwe dûr dikevî. Akademiya Cegerxwîn vebû em ji bo min xewn bû. Min digot qet gelo ez dê bikarim bi Kurdî bi azadî perwerdeyê bidim û bistirim û ew fermî be.
Piştî ku Navenda Çanda Cegerxwîn hat daxistin û wek te gelek kes ji karên xwe hatin dûrxisitin vê yekê çi bador li ser te kir?
Gelek tişt nîvço man. Me şagirtên xwe gihandin asteke û me dest bi avakirina orkestrayê kir. Me Orkestraya Heskîfê anî asteke gelek baş. Me wek Orkestraya Heskîfê yekemîn operaya Kurdî çêkir. Tu bigihêjî asteke gelek bilind, lê piştre her tişt bê rawestanin û têk biçe mirov gelek xemgîn dibe.
Te dengbêjî bi şêweyê operayê honadiye û du muzikên Mozart jî li Kurdî zêde kirine. Di asta cîhanê de muzîka Kurd çi qas li gor operayê ye?
Ez îdia dikim ku bingeha operayê Rojhilata Navîn e, û ji dengbêjiyê tê. Bi taybetî jî ew dengbêjiya di nava Kurdan de ye.
Di rewşa heyî ya siyasî û civakî de ligel wan herduyan muzika Kurdî di çi qonaxê de ye?
Bi min muzika Kurdî niha bêyî tevdîr e. Kurd xwedî bingehek û çandike mezin a dengbêjiyê ye û jiyana wan bi stranan hatiye honandin, lê mixabin ew asta wê bilind niha dakete rewşeke xirab û ber bi windabûnê ve diçe. Ji asteke jor daketiya asteke nizim. Wan derdê xwe gelek bixweşik digotin. Bi çand û erdnigariya xwe digotin.
Sedem çi ye?
Sedema wê ew e ku ne li ser koka xwe ye. Divê li ser koka xwe be. Te ji min pirsî çima tu li Bakur dijî. Ez hez dikim li bajarên bikîm lê gerek mirov bixwe be û muzika xwe li ser çanda xwe ava bike.
Tu muzika li kolanan tê çêkirin çawa dibînî?
Muzik çi qas di nav gel de ew qasî baş e.
Xeyalên te çi ne? Tu dê li Kurdistanê bimînî yan jî ji bo tiştên mezintir herî welateke din?
Ji bo min tişta herî mezin ez li welatê xwe bimînim. Tişta mezintirîn li welat e. Eger tişteke bikim dixwazim li welatê xwe bikim. Ez nabêjim ez naçim nagerim. Gerek em herin li dinyayê çanda xwe bigerînin. Heger tu ne li welate xwe bî û xwe li gelê xwe nedî qebûlkirin nabe. Tu dikarî bi piştevanî û hezkirina gelê xwe derbikevî. Ez niha bi projeyeke nû ve mijûlim. Projeya min derbarê pirsgirêka jian de ye.
Hevpeyvin: Rawîn Stêrk-Rudaw