Senatorê Amerîkî, Lindsey Graham bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra civîya. Piştî hevdîtinê Graham li ser hesabê xwe yê twîtterê daxûyanîyek da.
Graham di daxûyanîya xwe da wuha dibêje:
„Trump ji bo parastina hevpeymanên me yên Kurd soz da. Serokê Amerîkayê vekişîna artêşa welat a ji Sûriyê gor sê mercan pêk tê.
Ji wan yek divê dawî li hebûna DAIŞ were. Ya diduyan, divê Îran valahiyê tije neke. Ya sisêyan jî, hevpeymanên me yên Kurd bên parastin.”
Lindsey Graham dibêje; “Em derbarê Sûriyê de axifîn û wî tiştek ji min re got ku min nedizanî û derbarê wê xeta ku em li Sûriyê ber pê ve diçin hestekî aramiyê da min. Wî soza têkşikandina DAIŞê da, ew wê soza xwe tîne cih. Me hê ew kar nekiriye. Lê wek min ji we re got îro, em li nav hêla 10 yard de ne û serok jî ji pêdiviya bidawîanîna kar fam dike.”