Li Osloyê bi beşdariya Şanda Aqilmendan civînke hate lidarxistin. Piştî civinê pêvajoya çareseriya pirsa Kurd careke din hate rojevê û civîn ji alî medya Tirk va tê nirxandin.
Beşdarên civînê çiqas piştrast nekin jî, civîn weke destpêkeke nû nîşan dide.
Parlementerê berê yê AKPê Abdurrahman Kurt di Rûdawê da dîyar dike ku, ev mijar dê di rojekê da çareser bibe.
Kurt di derbarê civînê da wuha dibêje: „Xebata me ji bo wê bû ku, dema pêvajoyek nû dest pê kir, pêşeng û akademisyen ji îro da amade bin bo. Civîn amadekariyek ji bo sibê ye. Di rojên bên da wê hinek xebat û daxuyanîyên berfireh bne êbkirin. Divê helwesteke hêmîn û sivîl derkeve holê. Civîn hinekî ji bo vê yekê bû.”
Serokê Enstîtuya Pêşveçûna Demokratîk Kerîm Yildiz jî demekî berê daxûyanîyek dabû û di daxûyanîya xwe da gotibû ku, ji bo çareseriya pirsa Kurd hêvî heye û dibe destpêkeke nû bibe. Piştî daxûyanîya Yildiz, bi beşdariya siyasetmedarên AKPê, akademisyen û beşek jî ji şanda aqilmendan li Osloyê civînek hate lidarxistin. Mijara civînê jî çareseriya pirsa Kurd û pêvajoyeke nû bû.