Xwendevanên hêja, xuşk û birayê minên xoşewîst, ez dixwazim di vê nivîsa xwe da qasî zanîn û dîtinên xwe pîçekî li ser rewşa ew jin û mêrên Kurd, yên ku xwe nas nakin ew kî ne, yên ku bi daxwazîya dilên xwe û yên ku jî ji ber şerekî qirêj di nav du agiran da mane û bûne koçebar ketine metropolên dijmin rawestim.
Xwendevanên delal, di vê cîhana ku em tê da dijîn, bi mîlyaran zindî, ango mirov, balinde, ajal û nebatên cur be cur hene, lê di nav van hemû zindîyan da tenê mirov cîyekî taybet distîne. Ji ber ku mirov afrandêrekî cihê, xudan hiş e û bi hiş û vîna xwe ve her cure tiştan û hacetan çêdike û diafirîne. Ev taybetmendîya mirov ku nebe, kes ne ji cîhanê ra dibêje “Cîhan” ne jî nav dide hemû zindî, jîndar û ne zindîyan. Mirov ku nebe, ne cîhan tê nas kirin, ne jî hemû hebûnên din. Ango mirov ku nebe, Xwedê jî nabe. Bi kurtî di rastîyê da afirandêrê Xwedê em mirov in. Me ku negotina û neafirandina Xwedê, gelo kê bigotana “Xwedê” û Xwedê biafirandina? Ango me mirovan Xwedê afirandîye, ne ku Xwedê em. Gelo em Kurd jibo vê gelşê çi dibêjin? Em çiqas xwenas in? Çiqas ji esl, kok, zar û zimanê xwe yê bav û kalan xwedî derdikevin wekî gelek gelên xudan dewlet û dezgeh? Ev pirs gelek girîng e, divê bersîv were dayîn.
Belê, ez vê gelşê dirêj nekim, werim ser babeta ser nivîsê. Ango babeta hin Kurdan û birazîya min Anik Xanimê.
Xwendevanên hêja, divê hûn li qisûrê min mêze nekin. Ez dîtin û bawerîyên xwe ji we ra dinivîsînim. Ne pêwîst e ku hûn jî wekî min bihizirin, bi çavên min li cîhanê binêrin û gelşan şîrove bikin. Li gor bawerîya min em Kurd wekî kurmên darê ne, goşt û lebatên xwe dixwin, neyarê hev in. Em hevûdu hez nakin, gez dikin û pirr diêşînin, ev yek. A duwem: Em zû tên xapandin, neyarên xwe ji xwe ra dost dibînin. Sisê: Tu dibêjî em ji eslê pîrka melekdaş in. Ango bûkalemûn, pirr rengên me hene. Em terin nav kîjan civat û komê, yekser dibin wekî wan; esl, kok, ziman, adet, tore û hemû kevneşopîyê xwe yên bav û kalan, ji xwe bîr dikin, ji yên bîyanî û dijminan ra wekî çirîş û benîştê tên zeliqandin. Ango ev xûy û aferînek usa em kirine noker û xulamê sê nijadên har û hov. Kurd ji welatê xwe Kurdistanê radibe diçe metropolên dijmin, li wir yekser dixwaze esl, kok û zimanê xwe yê zikmakî, ê bi deh hezar salan, ango ê dayîk û bavê xwe betal bike û ji Tirk ra bibêje “Ez Tirk im” Ji Ereb ra “Ereb im” ji Faris ra “Faris im” dibêje jî. Ji xwe qet pirs nake û nabêje “Gelo zimanê van zaliman û ola vana Îslamê çi daye me Kurdan? Ango wê ola ku bi mîlyonan bav û kalên me bi barbarî daye kuştin nayne bîra xwe. Eger ku bîne bîra xwe û vê pirsê jî ji xwe bipirse, dê yekser: “Tobe, tobe, ez ketim bin barê gelek gunan” bibêje û xwe gunekar bihesibîne. Mixabin di vê mijarê da piranîya me Kurdan usa ne.
Belê, carek dî dibêjim, divê hûn xwendevan li qisûrê min mêze nekin, rastîya me li ber çavan e, ku îro bi mîlyonan Kurd usa ne, di metropolên dewleta Romê da bûne Tirk, ji Kurdbûna xwe fedî û gedgenî dikin. Bê derew, di çar parçeyên Kurdistanê da Îslamperestên herî tund û hişk Kurd in. Minak: Li Bakûrê Kurdistan, bi sed hezaran kes derdikevin meydanan rojbûyîna dijminê bav û kalên xwe pîroz dikin. Li milê dî îro di nav hemû nijadperest û faşîstên Tirk da dîsa piranî Kurd in. Mînak: Kurêşûrdar, bi sedan kesên wekî wî û mîlîtanên MHP’ê piranî xort û lawên Kurd in. Lê ew pasevanên gundan? Gelo Kurdên ku îro di metropolên Tirk da, wekî bajarê Stenbol, Îzmîr, Aydin, Manîsa, Balikesîr, Eskîşehîr, Anqara, Edene, Mersîn û Antalya yê da dijîn, çiqas Kurd in? Ji wan çend kes zimanê dapîr û bapîrên xwe dizanin, ji xwe ra dibêjin “Em Kurd in?” Golo hemû koma Apoîyan, ji wan çend kes bi Kurdî ji hevûdu ra qise dikin? Ji wan çend kes Kurdî dixwînin û dinivîsînin? Ev pirs jibo hemû partî, komel û rêxistinên din, ango ên Kurd jî raîc e.
Xwendevanên xoşewîst, bawer bikin di vî welatê demokratîk, pirr çandî û pirr ziman da, ji bilî Kurdên Başûr, Rojhilat û çend malbat jî Kurdên Başûrê biçûk, bi gotinek dî Rojava, bi hezaran Kurdên Bakûr ne ji hevûdura bi Kurdî qise dikin, ne jî ji zarokên xwe ra. Carna ez ji wan hin kesan, di çayxane û pêş derîyê hin cîyên wekî çayxanan, li cem hin Tirkan dibînim, dixwazim ji wan ra zimanê dayîk û bavên wan qise bikim, lê ew şerm dikin ku li cem du Tirkên dewşîrme ji min ra Kurdî qise bikin. Di demên usa da, ya ez hêrs dikevim ji wan dûr dikevim, yan jî ew yekser radibin xwatir jî naxwazin, dişeqidin diçin. Li vir sedî 99’ê Kurdên Bakûr usa ne, lê ew xwe Kurdên resen, mêrxwasên Kurdistan dihesibînin.
Xwendevanên hêja, ez vê gelşê bêtir dirêj nekim û serê we jî neêşînim. Va rastîya me gelê Kurd e. Em ji koka xwe zû dûrdikevin. Mirov çito ku hêrmîyê bi sêvê lûl -parza- dike, hêrmî dibe sêv, dijmin em Kurd usa kirine. Dijmin me bi pîstê xwe yê gemar û barbar ve lûl dike, dike wekî xwe. Mînak ji we ra birazîya min Anik. Ku wê ne derê dibistanekî dîtibû, ne jî heya zewaca xwe peyvek zimanê Tirk dizanîya. Him jî keça Kurdekî Elewî. Dîya wê wexta ku bavê wê mir çû heqîya xwe, kesîba Xwedê, ew li gund tenê ma, îcar birayên Anikê Mamûd û Dizgûnê dilovan, dîya xwe anîn cem xwe Stenbolê, lê sed mixab ku dayîka pênc zarokan qet peyvek zimanê Tirk nedizanibû. Wê nedikaribû nevîyekî xwe hembêz bike, bike nav herdu milên xwe, wî, wê maç bikê û ji wî û wê şabibe. Ango zarokên Anikê, ên Mamûd û Dizgûn. Ji ber ku nevî li Stenbolê ji dayîk bûbûn, dayîk û bavê van jî ji wan ra qet peyvek bi zara bav, dayîk, dapîr û bapîrê xwe qise nekiribûn. Wexta ku dapîra kesîb dixwast bi zara xwe ji nevîyên xwe ra tiştekî bibêje, yan jî bixwaze, nevîyan tû rûyê wê dikirin û ji wê dûrdiketin. Bi taybetî nevîyê wê yê mezin, çêrên xirab ji dapîra xwe digot, carna jî dixwast lêxîne, bikute. Ew reben û belengaza Xwedê, -ku ew dîya mina duwem bû- ji wê tevgerê û navçeya ku têda dijîya tebat nekir, di hundirê salekî da mir, konê xwe barkir, çû di bin axa Stenbolê da cîwar bû. Meyîtê wê jî di bin axa dijmin da hat niximandin. Îro ew meyît, li tev du meyîtê kurên wê, di goristana Ûmranlîyê, di bin axa dijmin da bûne ax. Ev a ev e rastîya Kurdên metropolên dijmin. Gelo sedem çi bû û kî bû?????????
Herwaha ez vê rewşa kambax, ku dilê min pirr diêşîne dirêj nekim, we xwendevanan jî nekim şîrik û hevparê derd û kulên xwe, dagerim ser rewş û mijara Anikê.
Belê, li jêr min rewşa birazîya xwe Anikê bi helbest anîye zimên, kirîye destan. Hêvî dikim hûn bi balkêşî bixwînin û biecibînin. Bi vê hêvîyê, ez li jêr destana Anikê pêşkêşe we xwendevanên zimanê Kurdî bikim. Bibexşînin, destan gelek direj e, lê hêvî dikim hûn bi eşq û bi daxwazîya dilên xwe ve bixwînin û ji wê nexweşîyê ra dermanekî bibînin. Divê va erka we ya yekem û sereke be. Bi a Xwedê. Li milê dî, min zilm û zora dewleta Romê jî kirîye nav destanê, ku hûn bixwînin. Ango kirinê wê yên wan salan; piştî tevkujîya Dersimê. Ez bûme govanê zilm û zora piştî wê tevkujîya. Ango barbarîya wê ya wan salan Berî tevkujîya Dersimê, çi bûye, Romê çi anîye serê gelê minê nav Kurd, min bi çavên xwe ve ne dîtîye, tenê di pirtûkan da xwendîye, di devê kal û bavan da jî bîhîstîye barbarîya Roma Reş.
DESTANA ANİKÊ
An pitikek rindik bû, ew pirr jar û pirr lawaz
Li ser erdê dikşîya wekî kûsî, mar û qaz
Wê binê xwe dêrs dikir, şeqan tev digirt gemar
Ser laşê da hişk dibûn, diêşîyan ran, temar
Rûdinişt li ser erdê, di bin xwe da mîz dikir
Bi herîyê dileyîzt, wê dilê xwe şadikir
Çilm û gilêşk û herî, mîza bîhnik di nav da
Ew destê wê yên qirêj, tilî, bêçî di dev da
Wê dixwar ew gemarî, dûra jî dikir qîrîn
Dayîk ji cî radibû, dengê wê dida birrîn
Navê dayîkê Kûbar, ew her dem li cem wê bû
Dixwast ku wê hembêz ke, balam dîsa ducan bû
Wê keça xwe radikir, nav gemar ser erda sar
Dibir ber coka avê, dişoşt dikir axîn, zar
Dûra digirt dihat mal, bi gîrî deng radikir
Ji Xwedê ra hêrs diket, her dem lomên xwe dikir
Digot “Mala te xirab, bes e, evqas derd bes e
Êdî ji te naxwazim, keçik-meçik, Mem, Hes e
Ma ev çîye malşewat, tu her nehe mehê da
Didî min zarokekî, derd û kul jî di tev da
Ji alîki ev keçik, xesû, xezûr, çend jî tîh
Xwarin, vexwarin, tepik, yek jî teşî, kevan jîh
Ez dirêsim teşîyê, him jî dijenim kevan
Dest milên min diêşin, qet xew nakim bi şevan
Tu zarokan didî min, çira nan û risq nadî?
Ma va ye ew dada te, ji me ra nabî xwedî
Çira tu dilopek şîr, nakî çiçik berên min?
Ber, çiçik bûna pizdan, pirr giran e barê min
Bibêj bin vî barî da, çi bikim ez rabibim
Vê keçikê mezin-kim, bi dil jî kêfxweş bibim?”
Ew reben digîrîya, wê gilîyên xwe dikir
Lê Xwedê jî bibû kerr, qet dengê xwe nedikir
Diniximand keça xwe, di nav ax û paçan da
Sawûna wan tim kîl bû, di wan dem û salan da
Kar û suxreyên malê, her zêde bûn pirr zêde
Di bin banekî ax da, şenzdeh kes, şanzdeh bende
Ji wan nehe zarok bûn, lê heft kes jî girs mezin
Li ser erdê radizan, wekî mî, çêlek, bizin
Anik, Xidir û Dursin, Ali, Heyder û Mahmût
Hemû zik birçî tî bûn, tazî, pêxas, bêcil, rût
Balam rewşa Anikê, her xirab bû, her xirab
Bapîrê kal û reben, ji wê ra dibû turab
Êdî bav dayîka wê, ji wê pirr bêzar bûbûn
Wê qet hembêz nedidît, him jî dil da maç, şabûn
Bapîrê wê ji wê ra, dibû berdest, dayîk, bav
Jê dida xwarin, nan-man, li tev şolik, tev xoşav
Carna Anika pitik, şalê bapîr dêrs dikir
Derd û kul dida kalo, bîhna wî pirr teng dikir
“Av li arê te be lê” bi hêrs digot kal bapîr
Dixwast ku An rind bibe, lê tunebû qatix, şîr
Ku ew bixwe qenc bibe, wê rewşê da derkeve
Ew jî pîçek hêsa be, bê qisawet rakeve
****
Dayîk bavê Anikê, gazî Xwedê dikirin
Ku Anik zû bimire, her dem diwa dikirin
Lê bapîr nevîya xwe, çucar nehîşt bimire
Digot “Ev şewqa min e, ma çira zû vemire?”
Wî ji bûk, kurê xwe ra, digot “Hûn zalim, bêxêr
We keça xwe ji bîrkir, çito jin in, çito mêr?”
Bi wî şiklî, wî karî, Anik li xwe hesîya
Hêdî hêdî wê can girt, li ser erdê kişîya
Dûra rabû ser lingan, ber bi bapîr avêt gav
Bapîrê kal pêş xwe da, ew tim digirt li ber çav
Kalo pê destan digirt, wî ber bi xwe dikişand
Carna jî ew berdida, diêxist û diêşand
Digot “Bimeş keça min, bapir te ra qurban be
Girsbe tu zû mezinbe, ku dilê min tim şabe”
Her dem bapîr rûdinişt, li ser kursî, pêş agir
Pişta xwe dida dîwêr, wî dixwast heval, hogir
Heval, hogir Anik bû, ji wî mirovê kal ra
Bi wê wext derbas dikir, hêsa dibû ew dûra
Bi wî şiklî meh û sal, hatin, çûn û derbas bûn
Derd û kul her zêde bûn, jibo bapîr, bîrnebûn
Di hundurê malê da, jibo koma zarokan
Jîyana wan wek ajal, mîna berx û golikan
Pirr zû hatin, pirr zû çûn, roj û sal û dem zeman
Bapîr bêtir kokim bû, ji derd û kul, êş xeman
Roj hat dil jê temirî, ew reben bû dilovan
Berê xwe da bin axê, di gorê da bû mêvan
Anikê zû wenda kir, ew heval kokim bapîr
Vêca jî cîyê wî girt, Înca kal, reben dapîr
Dapîrê girs mezin kir, Anika jar û mirik
Êdî diçû ber dêwêr, wê dixwar şîlan, dirik
Bûbû şivan û gavan, diçû ber berx, karikan
Sibe da zû radibû, qût dida dîk, mirîşkan
Wê carna jî dew dika, carna xwarin nan dipat
Diçû ber pêz û dêwêr, êvarî şuva dihat
Wexta ku ce zer dibûn, tev dapîr diçû kaxê
Guriz, girnûg kom dikir, li zevîyan, ser axê
Dibir çal tijî dikir, tev dapîrê dihat mal
Ji karê wê şa dibûn, bav, dayîk dapîra kal
Anik him şivan, gavan, him jî dibû kebanî
Karê malê rind dikir, cer digirt diçû kanî
Wê av dianî diçû, satil dida ser agir
Li tev der û cîranan, li tev heval, tev hogir
Kincên malê bi destan, wê zû dikir nav avê
Av dikeland bi qencî, dor dihate xulavê
Axa agir gewr û boz, wê dikir nav satilê
Bi wî şiklî kinc dişoşt, serê xwe jî bi kîlê
Li piştî du demjimêr, kincan dibir ber avê
Bi şûnik kinc dikuta, dûra dida ber tavê
Li ser kevir, çeperan, ew kincana radixist
Ziwa dikir bi qencî, dihêjand ber ba dikir
Êdî Anika, mirik, bûbû keçek jîr azeb
Kinc dişoşt xwarin dipat, bûbû xudan ar, edeb
Navê bavê Anikê, Husên bû ew belengaz
Wekî şêr û piling bû, wekî elo, wekî baz
Ew xortekî her çeleng, bi hêz Rustemê Zal bû
Hêza wî sûd nedidît, ew bê xwendin nezan bû
Ew şêra pirr berdiket, him jî tim bêdeng dima
Ji dilda xemgîn dibû, malê da qet nedima
Sibê da zû derdiket, diçû wî cot diajot
Lingên wî da çarix bûn, di dest wî da mesas, rot
“Ho-ho-ho-ho ho” digot, bi deng heya êvarî
Ku zevîyê reş bike, ta ku baran nebarî
Wî diçand genim û ce, nîsk û nok û fîk, kûşne
Di baxçe da danîbû, sêv û hêrmî, tû, fîşne
Ew dar di demên xwe da, şîn û kamil geş dibûn
Zar-zêç di cîyên xwe da, bi lez û bez radibûn
Derdiketin ser sêvan, ser hêrmî û ser tûyan
Zikên xwe têr dikirin, bi wan libên fêkîyan
Anik dima bin daran, jêr da gazî jor dikir
“Min ra pîçek daşînin” digot û lava dikir
Zarokan jî jibo wê, sêv û tû dadişandin
Wê û Zêrê kom dikir, cîranan ra dişandin
Ew cîranên her kesîb, bi wan sêv û wan tûyan
Têr dikirin zikên xwe, rûdiniştin bin sîyan
Lewra dewleta Romê, zad xwarina hemûyan
Digirt dibir bi zorê, jîn nedidît zindîyan
Ew zindîyên Kurdistan, gîşt mabûn birçî, tazî
Kî dimir kî xweş dima, dixwarin şolik, sojî
Wê dewleta har, barbar, Şane bi tev zeftîyan
Dişand ser bêderên Kurd, digirt zada gundîyan
Li alîkî ew Şane, milê dî da jî Sîrqet
Jîyan tevda kûd dikir, Kurd dima bêhêz, teqat
Tasîldarê sîrqetê, li tev sê-çar cenderman
Gund dikirin nav çeper, bi tundî didan ferman
Wana digot “Divê hûn, zad û bac bidin dewlet
Eger hûn usa nekin, we ra tune merhamet
Digotin”Hûn pez dewar, komkin li pêş malên xwe
Em bijmêrin, binêrin, dûra herin cîyên xwe”
Wan barbaran dihêjmart,yek û yek û pez, dewar
Serjêdikirin pezek, dixwarin goşt û sawar
Ji bona her pezekî, wan digirt bac û qamçûr
Ew li paş serê Kurdan, dibûn tifîng, dibûn şûr
Êdî gundîyên reben, bêzar bûbûn ji dest wan
Carna serî hildidan, dixwarin ço, didan can
Digotin”Lo binhêrin, dev ji rika xwe berdin
Her tişte we bo dewlet, nebên “Em mêrxwas, merd in”
Ev nava bo gelê Tirk, kuro hûn vî nizanin?
Em şêr in, hûn pisîk in, divê hûn vê bizanin
Binêrin qenc zanibin, dewar, pez û zadên we
Hemû ji bona dewlet, him jî laş û serên we
Em Axa ne hûn xulam, ev zagon e, ev ferman
Me li her der ders da we, êdî hêzên we neman
Hûn ji bona me Tirkan, her dem xulam, noker in
Her tiştên we dest me da, em mirov in, hûn ker in”
*****
Hin kesan jî bin erd da, dikolan şikeftên kûr
Vedişartin pezên xwe, ku nedin bac û qamçûr
Jibo ev jî hin xayîn, diçûn gilî dikirin
Ku leşkerên Romê bên, biçin wana bigirin
Ji ber ku wan di mêj da, nav xwe da kiribûn şer
Sedem jî mirîşk, karik, sînor, av û golik, ker
Li pey wê namerdîyê, cenderme û Tasîldar
Cîyên xwe da radibûn, mîna seg û gurên har
Êrîş didan wî alî, derdixistin dewar, pez
Him pez, him xwedîyên pez, dibûn nêçîr ew bi lez
Dûra jî kuştin, lêdan, zîndan û girtîxane
Gelek bextewar dibûn, Tahsîldar, leşker, Şane
Anik ew dem biçûk bû, balam didît ew zilma
Roj hat wê ew jibîrkir, xwîna wê da Kurd nema
Wexta ku havîn dihat, ce, genim digêhîştin
Dayîk bav diçûn dasê, Anik mal da dihîştin
Anikê her roj digot, “Dayê min ra bîn gizêr
Li tev cilbik, tev xîlok, tev kulîlkên reng bi zêr”
Kê bi ker şixre dikşand, kî jî li ser bêderê
Gam digerand bin tavê, beq, mêşelok her derê
Wana dikir qîje qîj, dengê wan dibû awaz
Li ser tûyan teyr çûkreş, li jor ezman hulî, baz
Teq e-teqa makînê, ew dibû bed melodî
Tev dengê dîk, mirîşkan, dil nedibûn geş şadî
Lewra li bin tava germ, mirov dihat helandin
Piştî ewqas azamet, Kurd dihatin şêlandin
Ka û libên genim, ce, ew li hev cihê dibûn
Yekser derdiket Şane, gundî li cî radibûn
Şane li tev cenderman, bi tundî ferman didan
Ji wê zada kesê Kurd, bi zorê dibûn xudan
Wana keda Kurd digirt, bi tevahî dibirin
Digotin “Qet deng nekin, ku hûn li vir nemirin”
Mêrê Kurd dima bêdeng, di cî da mêze dikir
Kîn û xişma zikê xwe, disûya û tûj dikir
Lê ew tûjbûna kînan, nedihatin qet cem hev
Dijmin ji wê sûd digirt, bi salan û roj û şev
Şane û leşkerên Tirk, çav berdidan keç, jinan
Hemû rîsipîyên Kurd, bi hiş dibûn wek dînan
Jibo ew jî jinên Kurd, dikirin qîrîn, hewar
Digotin “Bişeqitin, bê namûsên hovên har”
Îcar carna kalên Kurd, radihîştin ço, rotan
Digotin “Xwe bihesin, nebin nêçîra xortan”
Her dem di demên wer da, Serbexoyê gund dihat
Digot “Rabin em herin, ev e wexta şîvê hat”
Ew Şaneyê bêderan, bê derew hemû Kurd bûn
Bûbûn segên Roma Reş, bêdeng radibûn diçûn
Diçûn mala Serbexo, li wir dibûn ew mêvan
Serbexoyê wî gundî, ji wan ra şivan, gavan
****
Înca dapîr bêdeng bû, Anik tenê bin dar da
Rûniştibû li hember, ber coka ava sar da
Anikê nedizanî, kî ye Şane, cenderme
Ew bi avê dileyîzt, zalim ser bêdera me
Şane çal û bêr digirt, dibir dida ber zadê
Dapîr, bavê Anikê, ji dil digotin “Yadê”
Şane leşkerên zordar, çal tijî zad dikirin
Dûra jî ferman didan, li keran bardikirin
Dibirin ew risqê gel, ji Romê ra dişandin
Tî, birçî dihîştin Kurd, dikuştin, dişêlandin
Ji alîkî birçîbûn, milê dî da nexweşî
Gundî diman bê havil, tim dikirin gengeşî
Ew gengeşî, hevşêwir, wan ra nedibû derman
Lewra dewleta Romê, zûda dabû ew ferman
Ku ew hemû gelê Kurd, bîne ber çok, ber lingan
Ji xwe ra bike xulam, ji holê rake dengan
Ew deng dengê Azadî, ku gelê Kurd tim dixwast
Lê dewleta har û hov, wê çucar ew nedixwast
Kurdan digot “Ev jîyan, gelo çawa bimeşe?
Em birçî û tazî ne, ev rewş’j me ra ne baş e
Êdî em bêzar bûne, bi kolana tirb, goran
Gelo çito rizgar bin, em ji destê van haran?
Ev Şane û cenderme, me ra bûne Ezraîl
Can, ruhê me distînin, Xwedê jî dibe qaîl
Tirkan va welatê me, bi tev da dagir kirin
Bi hezaran kes kuştin, her tişt jî talan kirin
Em birçî man, em tazî, em man reben, şerpeze
Êdî nema qet xwarin, ne dewar hey, ne pez e”
Xweşan usa digotin, gilî gazînc dikirin
Sed mixabin lê roj hat, Kurdan ew zilm bîrkirin
Bi rastî dewleta Tirk, pişta gelê Kurd şikand
Bi mîlyonan Kurdên xas, wê pişavt û wê heland
Li ber çavên Anikê, dijmin ew kara dikir
Wê jî li tev hinekan, ji Xwedê şikir dikir
Mehe û sal hatin çûn, ew Anik jî helîya
Got “Ez Tirk im, ne Kurd im” dilê min her kelîya
Ew kel ket firşika min, şewitand kir birîndar
Cîhan min ra bû zîndan, bû cemeda qemir sar
****
Gund bajarên Kurdan da, Romê vekir dibistan
Nivîsand gelek derew, got “Qet tune Kurdistan”
Dîrokek a bê bingeh, derxist jibo gelê Kurd
Koka Kurdan rakir bir, gîhand Moxolên zigûrd
Êdî xort û keçên Kurd, gotin “Em in Tirkên xas
Koka me’l Oxuzan tê, me dişike çek, lîbas”
Di mala her Kurdî da, portreyê Kemal Paşa
Wekî Qurana Memê, darda bû nebên “Haşa”
Mistê Kor bû pêyxamber, Kemalîzim doktîrîn
Ew bû Quran bo Kurdan, her xweşik û her şîrîn
Heta Kurdên Dersimê, dijminê xwe ji xwe ra
Kirin Xwedê, dost û yar, ev rast e, bêjim we ra
Bîra min da qet naçe, di nav gundê Lodekan
Seîdekî kal hebû, hez dikir derew, deqan
Wî digot him sond dixwar, ku Mistê Kor Xizir e
Kî ku gazî wî bike, ew li wêder hazir e
Navê Seîd Dunya bû, ew nevîye Bamasûr
Bavê min pirr hêrs diket, ji derewan dima dûr
Wî pesna dijmin dida, mêrkuj dikir firîşte
Digot “Kî ev zanibe, cîyê wî jî bihişt e”
Sond û peyman dibêjim, min bi guhên xwe bihîst
Wî’j gel ra usa digot, cîyê xwe da dileyîzt
Rojekî got “Min xewn dît, pêş der û malên me da
Sê siwarî derbas bûn, Xwedê, Alî, Mist tev da”
Wî Mistê Kor tim didît, wekî Xwedê, wek Alî
Jehr, axû belav dikir, wî bêbextî, wî kalî
Gel ji wî bawer dikir, lewra ew Pîr, Mîrşît bû
Ji bona nezanên Kurd, ew tim rast û dirist bû
Heftê hezar cangorî, jibo wî tiştek nebûn
Yên ku hatibûn kuştin, ew jî hemû rêbirr bûn
Digot “Kesên Dersim î, hemû diz û rêbirr in
Misteheq bû ji wan ra, ew mîna segan mirin”
Hêrs diket gel ra digot ”Lo em Dersim î nîn in
Ku ez derewan dikim, hûn herin Husên bînin
Bila ew kes ji we ra, bibêje heqîqetê
Lewra ew pirr zana ye, dizane bac sîrqetê”
Ew Husên, Husên Doxan, neyarê gelê xwe bû
Serokê Bamasûran, hevkarê Tirk, Romê bû
Belê wî usa digot, gundîyan guhdar dikir
Bavê min pirr berdiket, dengê xwe bilind dikir
Digot “Bes e ev derew, gel ra usa nebêje
Tu Seîd î, Mîrşît î, kuro rastî bibêje
Ma ew zarokên pizêz, gelo ew jî rêbirr bûn?
Serê wan hat jêkirin, hezaran cangorî bûn
Lo mala te xirab be, ma te nedît Laç, Mêzgir
Li tev newala Qutî, Alî Şêr, Riza yê jîr
Ma Silêman Sûdî Beg, ew talibê te nebû?
Lê Heyderê Kûpikê, bibêj ew çikê te bû?
Li tev wana bi sedan, hatin kuştin nasên te
Tev heval û tev talib, merî, meristanên te”
Bavê minê dilovan, bi qîrîn digot ev tişt
Ew gotinên tev derew, dilê wî dixist tîr, xişt
Wî ji min ra: “Kurê min, gotinên vî derew in
Vana neyar, bêbext in, him zulmat in, him şev in
Hosîya min ji te ra, bibe yarê gelê xwe
Heta ku ji dest te tê, naske dost dijminên xwe
Min hosîya bavê xwe, bîrkir heya demekî
Lê ez zû xwe hesîyam, mîna Kurd, Kurdperwerkî
****
Sal li pey hev derbas bûn, Anik bû keçek bedew
Girs û şepal gêranlix, her rindik û wekî kew
Rojek çend kes hatin mal, Anik xwastin Yado ra
Qelind, xelat pêdan bû, gotin “Husên ji te ra”
Husênê bav qelind girt, yekser kir bêrika xwe
Li ser fermana Xwedê, Anik da pismamê xwe
Wê rojê da pêdan bû, kîjan demê da dewat
Bibe gazî kesan kin, zû jî bê dayîn xelat
Dûra mûm belav kirin, def û zurnevan hatin
Serjêbûn bizin û mî, jinan xwarin dipatin
Xweş leyîztin xort û keç, dilên xwe pirr şakirin
Sergovend û dûgovend, destmalên xwe bakirin
Sê roj, sê şev derbas bûn, Anik rûnişt ser hespê
Wê li xwe kir hêramek, pûşî daxist ser gepê
Çû Dala Mistê Balan, bû bûka Husê Guran
Hatin’j dora wê kom bûn,, jin û keç, der û cîran
Anik, Yado, zewicîn, ew bûn jin, mêr yarên hev
Li hev şabûn, şanaz bûn, bi mehan û roj û şev
Dûra wana biryar girt, berî dan Stenbolê
Li tirênê siwar bûn, ew dûrketin ji Dalê
Peya bûn Heyder Paşa, Yado got “Ev Stenbol”
Di lingên Anikê da, goreyên rîs, kevn bûn sol
Kum li serê Anikê, şar û vale li dor bûn
Laçik jî li ber dêv bû, morî, mircan serda bûn
Stenbol, Qasimpaşa, ew kûçeyê nav Resne
Yado xwe ra odek dît, jibo wê dida pesne
Anik di wê odê da, wekî jinek lal, kerr bû
Ew bajarê Stenbol, ji wê ra ne xweş war bû
Lewra hundur odê da, Anik dima her tenê
Digîrîya wê digot “Kanê Kûpik, Dal kanê?”
Zimanê wê tunebû, ne heval û ne hogir
Ne sêl hebû ne jî meşk, ne lojîn û ne agir
Nîk û sing dikir dest xwe, tentene, neqiş, gore
Çêdikir ji Yado ra, xwe xwe ra dibû qure
Roj û hefte û mehe, derbas dibûn zû diçûn
Yado, Anik mal barkir, cîkî dî ve rabûn çûn
Vêca Anik û Yado, çûn cem Rizo cîwar bûn
Rizo Apê Anik bû, herdu ji dil pirr şabûn
Rizo Anikê ra got”Keça min tu hewl bide
Zû huke zimanê Tirk, ev ji te ra pirr rind e
****
Anik keçek gundî bû, nedîtibû sûk, çarşî
Di malê da derdiket, nedzanîya bimeşî
Lingên xwe bilind dikir, mîna gund ew rêdiket
Di nav pejnek ecêb da, ber bi sûkê dadiket
Apê wê jî li tev wê, dimeşîya û diçû
Jê ra digot “Keça min, pêş te tune kevir, cû
Va bajar e, rê dûz e, bimeş tu wek xaniman
Ji xwe bîrke tirr, kaşan, zevîya ce, geniman
Rizo her dem ji wê ra, dibû heval, mamoste
Pê dest digirt dimeşand, jê ra dibû ew hoste
Anikê pirr şerm dikir, gep, awîr tev dibûn sor
Ew rewş û ew jîyana, wê ra dibû bar û zor
Rizo jê ra hêrs diket, digot “Divê tu fêr bî
Bimeş mîna zerîyan, ku meşa gund jibîrbî
Piştî demek kin û kurt, Anik zû bû bajarî
Ji xwe bîrkir zilb, pişqul, herî, zirîç, gemarî
Di zikê çend mehan da, wê destpêka Tirkî kir
Dev ji Kurdî tev berda, carek dî qise nekir
Îcar Anika gundî, bû jinikek jîr, jêhat
Hukir zimanê Tirkî, ji mêrê xwe qat bi qat
Bû bilbila wî ziman, wekî çîçeg jî vebû
Gund, axur, dar û kevir, ji xwe bîrkir wê bi zû
Êdî Anê bi qencî, qise dikir ew ziman
Zû dihatin, zû diçûn, roj û şev û dem zeman
Anik bûbû zimanzan, Kurdî ra digot “Kix e”
Ji bîrkir tev jîna gund, got “Ew jîyan gû, rix e”
Wê digot “Zimanê Kurd, ji me ra ne pêwîst e
Lewra sûdek xwe tune, him têkel e, him sist e
Binêrin li vî welat, di kîjan sazîyan da
Va zimana bi kar tê, gotin û qesîyan da
Îro şuva naxwazim, biaxifim ev ziman
Lewra ji xwe hesîyam,, hat guhartin dem zeman
Ji bona ev dibêjim, ez û heftsed bavên min
Tirk hatine cîhanê, bapîr, dapîr, xalên min”
Yado jî heman wer bû, nedîtibû qet xwendin
Ew jî carna hêrs diket, digot “Ev nav kê da min?”
Wî nûva nav li xwe kir, îcar Yado bû Aydin
Li ser rojên rabirdû, xet kişand bîrkir ew jîn
Êdî herkes Yado ra, digot “Aydin Efendî”
Wî jî bîrkir dîya xwe, ji Tirkbûnê bû xwedî
Mala wan da du potre, di dîwêr da darda bûn
Yek Mistê Kor, yek Alî, kalpak, darbûş serda bûn
Ew Anik û ew Yado, bûn xudanê pênc canan
Nav hemû Tirkî danîn, hez kirin Kemal, Kenan
Çar keçikên wan hebûn, kurê wan jî nav Îlker
Keçik Îlknûr, Aynûr bûn, hesp jî êdî bûbûn ker
Anikê rojî digirt, di meha Remezan da
Êdî ew bûbû sunnî, li tev Tirk û Lazan da
Anê dayîk bavê xwe, qet neanî hişê xwe
Qom qebîlê xwe bîrkir, li tev esl û koka xwe
Ana me zû ji bîrkir, ew jîyana rabirdû
Qet neanî bîra xwe, çilm, gilêşk di hiş da çû
Di piştî çil salan da, dîsa gur ket Kurdistan
Tevda xwar hebûna Kurd, nehîşt jîn, rez û bostan
Hemû dayîk bavên Kurd, zilm, zor dîtin bi çavan
Kî hat kuştin, kî revî, cîhîşt warê bav kalan
Çûn ketin metropolan, ew metropolên dijmin
Ji xwe bîrkirin ew zilm, ev a jî zor tê li min
Ne tenê ew zilm û zor, terk kirin zar û ziman
Dayîk, bavên xwe kuştin, Besê, Hesê, Silêman
Ez nas dikim hinekan, dayîk, bav, birayên wan
Hatin kuştin ew sax man, lê ew bûn Tirk, Tirko man
Min ji wan ra têlefon, vekir, min got “Ev şerm e”
Gotin “Çira lo Rizo, usa bi xişm tê ser me
Em ne Kurd in, em Tirk in, ji wan ra misteheq bû
Lewra dijê dewlet bûn, hatin kuştin ew bi zû
Berê me nedizanî, eslê me li kuder tê
Lê îro em dizanin, dibînin olax û rê
Ma lo tu ji Moxoltay, Erdal Înonî bêtir
Dizanî esl koka me, ji Hîkmet Çetîn zêtir?
Nav dewletan da dewlet, rind zanibe çênabin
Divê xayîn bên kuştin, carek dî jî ranebin”
Wan bêbextan ji min ra, usa digotin ji dil
Pirr berketim xemgîn bûm, dil,kezaba min bûn kul
Nişka ve hat bîra min, hin gotinên bavê min
Hêrs diket min ra digot, “Kuro guh bide ser min
Kurmê darê’j, darê ye, vê rastîyê bîrneke
Tiştê ku pirr giran e, nekeve bin raneke
Bi xeşîm û xayînan, welat qet rizgar nabin
Divê Kurdperwerên Kurd, bibin yek hev ra rabin
Eger ku usa nekin, va welat rizgar nabe
Lingê leşkerên Romê, ser gelê Kurd ranabe”
*****
Bawer bikin birano, wan kesan usa digot
Ew gotinên wan caşan, ez kuştim, dil jî bû sot
Gelek kesên caş, xeşîm, dayîk bavên xwe kuştin
Adet, tore bîrkirin, qet rêyek wan nehîştin
Min Anik wek mînak da, jibo bav û dayîkan
Ew mîlyonên metropol, mêr û jin tev lawikan
Ez her dem dibêjim “Ax” ji dil da jî pirr xemgîn
Tevgerên Kurdên usa, Kurdperweran dike dîn
Jibo ev jî dilê min, nexweş ket bu birîndar
Her roj ew min dikşîne, ber bi axa reş û sar
Hosîya min ji we ra, hemû Kurdên xoşewîst
Min nivîsand ev destan, dîyarî ji we ra hîşt
Bixwînin hûn bi qencî, bibin Kurdên jîr, dilsoz
Ji bîrnekin Kurdistan, ew ji we ra Xwedê, doz
Ez im ez Riza ÇOLPAN, min nivîsand ev destan
Dibêm “Bijî her bijî, Kurdên resen, Kurdistan
Qoçkîrî, Zîlan, Agrî, li tev Pîran, Helebce
Kurdno qet ji bîrnekin, Kurdistan we ra Hec e”.
4-5-1997 Sydney..
Têbinî:
Xwendevanên hêja, mêrê Anika birazîya min pismamê min Yado, çend sale berê çû heqîya xwe, Anik bi mêr bî ma; îro salên wê ji heftê derbas bûne. Anik li Stenbol, di herêma Umranlî, Ataşehir, taxa nav Ornek -Örnek- da dijî. Ew êdî ji Kurdî û Elewîtîya xwe dûrketîye, diçe mizgeftê, nimêj dike, qursa Quranê dibîne, rojîya Remezanê digire. Di hişê wê da ne Kurdîtî maye, ne jî bîr û bawerîya Elewtîyê, ku ev rewş,
rewşa bi mîlyonan Kurdan e. Zimanê Kurd tev têk çûye, vîn û gîyana Kurd jî, ku bibêjim “Mirîye” ev ne derew e, rastîyek bi xwe ye. Hêvî dikim êdî hin Kurdperwerên Kurdistan ji vê rewşê ra derman û havilekî bibînin. Bi hêvîya vê daxwazîya dilê kul û xemoş-girtî. Ha ji bîrnekim, di helbestê da “Înc, Înca û Zêrê” peyv hene. Înc, Înca navê dîya min Încî bû. Înc, Înca ew e. Zêrê jî hemsala Anikê, keça cîran Seywelî Zêr e. Bimînin di xweşîyê da.
rizacolpan@gmail.com