Piştî Dewleta Kemalîst ya Tirk ava bû, heta sala 1946an bi awayekî vekirî bi dîktatorî hat îdare kirin. Ji bona ku di dema Împeratoriya Osmanî de Meclîs hebû, mebûsên neteweyan di meclîsê de cî digirtin, Kemalîstan jî bi awayekî şiklî meclîs ava kirin û meşandin. Mebûs jî bi destê şefê milî û hewirdoran wî ve hatin tespît kirin.
Loma jî Meclîsê tu wext kurd, tirk, kêmneteweyên din temsîl nekir.
Piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn di sala 1946an de li Tirkiyeyê guhertin çêbû û sîstema pirpartitî hat pejirandin. Li cem CHPê Partiya Demokrat (DP) ava bû. Herdu partî bi hev re ketin hilbijartina giştî, CHPê bi fêlbazî dîsa hilbijartin qezenç kir. Lê di sala 1950yî de DP, hilbijartin bi dengekî bilind qezenç kir.
Li Tirkiyeyê bi wateyeke nû pêvajoya hilbijartinê dest pê kir. Wek muessseyekê domand.
Li Bakûrê Kurdistanê Kurd, piştî serhildanên milî, ku bi awayekî barbar û hovane û vandalî bi riya leşkerî ya kolonyalîst hatin şikandin, ji derveyî sîstemê û siyasetê man. Demekî dirêj bes di partiyên dewletên de cî girtin. Xweser neketin hilbijartinan. Bes piştî salên 1974an ji bona kurdan hilbijartina wateyeke nû qezenç kir.
JI BONA TIRKAN HILBIJARTIN STRATEJÎK IN Û JI BONA SÎSTEMA KOLONYALÎST Û DEWLET BÊ MEŞANDIN ÇÊ DIBIN…
Li Tirkiyeyê hilbijartinê giştî demekê çar salan carekê, pişt re pênc salan carekê û nûha jî çar salan carekê çê dibe. Di hemandem de hilbijartinên herêmnî tên li darxistin.
Di 24 Hezîrana 2018an de hilbijartina giştî hat li darxistin. Di 31ê Adara 2019an de jî hilbijhartina herêmî Dê bên bi darxistin.
Li Tirkiyeyê hilbijartin, her demê hatine li darxistin. Hilbijartin carna di wextê de, carna pêşwext, carna jî dereng hatine li dar xistin.
Li Tirkiyeyê di demên darbeyên leşkerî de hilbijartin dereng hatine li darxistin.
Li Tirkiyeyê her partiyeke tirkan û dewletparêz bi azadî ketine hilbijartinan. Bes piştî darbeyên leşkerî partiyên hatine qedexe kirin, nİkarîne beşdarî hilbijartinê bibin. Lê partiyên nû ava bûne, ew beşdarî hilbijartinê bûne.
Li Tirkiyeyê bi riya hilbijartinan desthilatdariyA siyasî hatine guhertin. Bi taybetî jî di hilbijartina giştî ya sala 1950yî de li Tirkiyeyê di desthilatdariya siyasî de guhertineke “stratejîk” pê anî.
Di hilbijartina 1950yî desthilatdariya siyasî ji destê Kemalîstan hat girtin, desthilatdariya siyasî, ku bi desthilatdariya “siwîl” tê bi nav kirin, pêk hat. Yanî ji derveyî elîta jakoben, kamelîst, burokratên siwîl û leşkerî, desthilatdarî derbasî beşên din yên gelê tirk bûn.
Piştî wan salan, hilbijartinê di navbeyna Kemalîst û beşên din yên tirk de rengekî nû qezenç kir. Kemalîstan ji derveyî darbeyên leşkerî tu wex nikarî bibin desthilatdar û hikûmet.
Li Tirlkkiyeyê tirkan, bi wesiteya partiyên xwe beşdarî hilbijartinan bûn. Ji bona tirkan hilbijartin, ji bona ku sîstem û dewleta kolonyalıst bê rêvebirin, li Kurdistanê sîstema kolonî û dagirkerî bê parastin, xwediyê wateyekê ye û armancekê ne.
Loma jî her partiyeke tirkan her demê beşdarî hilbijartina dibin. Piştî hilbijartinên giştî ya dibin hikûmet û desthilatdar û rêvebirên dewletê û sîstemê; an jî dibin mixalefet. Di hilbijarinên herêmî de jî serokatiya bajaran û bajerokan qezenç dikin.
Li Tirkiyeyê, di navbeyna hilbijartinên giştî û herêmî de ferqek mezin heye. Encamên hilbijartinê giştî patiyek, an jî du-sê partî bi hev re dibin destghilatdar û hikûmet û rêvebirên dewletê. Lê di hilbijartinên herêmî de desthilatdarî di destê gelek partiyên tirkan de parve dibin.
Li Tirkiyeyê loma hilbijartin ji bona partiyên tirkan û tirkan, mijareke stratejîk e.
JI BONA KURDAN HİLBIJARTIN LI TIRKIYEYÊ TAKTÎK E: JI BONA KU DEWLETA FEDERAL, KONFEDERAL, DEWLETA SERBIXWE ŞERT AMADE BIBIN DIVÊ BÊ BI KAR ANÎN…
Kurdistan û neteweya kurd piştî Peymana Lozanê bû çar parçe. Her parçeyek ket bin bandor û desthilatdariya çar dewletên kolonyalîst.
Beriya wê û bi taybetî jî piştî parçebûna Kurdistan û neteweya kurd, li hemû parçeyên Kurdistanê pêvajoya azadî û serxwebûna welêt dest pê kir. Ev pêvajoya li her dewletekê bi rengekî û di şertên cûda de meşiyan. Loma jî li her parçayekî Kurdistanê pêwendiyên kurdan dewletê û sîstema kolonyalîst prosesên cûda qezenç kirin.
Ev rastiya, di pirsa hilbijartinan de jî derkete holê.
Li hemû parçeyên Kurdistanê pêvajo û prosêsa hilbjartinan cûda ne. Heta sala 2005an li Iraqê, li Suriyeyê ( di demekê de serokên sê partî bi awayekî taybet beşdarî hilbijartinê bûn. Sekreterê sê partiyan bûn mebûs) ji bona kurdan bi giştî xwediyê wateyekê nebûn.
Li Başûrê Kurdistanê piştî salên 1992an pêvajoyeke nû dest pê kir. Beşekî Kurdistanê yên mezin azad bû û Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû. Demokrasî hat ecibandin. Encama pejirandina sîstema demokratîk, li Kurdistanê pêvajoya hilbijartinên giştî û herêmî dest pê kir. PDK û YNK beşdarî hilbijartina bûn. Bi hev re li Kurdistanê bûn hikûmet û desthilatdar.
Li Iraqê piştî salên 2005an, yanî piştî ku bi makezagona nû hat pejirandin, ku dewleta Iraqê bû dewleteke federal. Hilbijartina wateyeke nû qezenç kir. Kurd him bli tevayî Iraqê bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinê giştî yên Iraqê bûn, him jî li Kurdsistanê xweser hilbijartinên giştî, herêmî, parezgehî bûn.
Li Îranê proseseke din heye.
Li Bakûrê Kurdistanê Kurd, piştî serhildanên milî bi awayekî barbar û hovane û vandalî bi riya leşkerî ya kolonyalîst hatin şikandin, ji derveyî sîstemê û siyasetê man.
Dema ku di sala 1946an di siayeta Dewleta Tirk de pêvajoyeke nû dest pê kir, kurdan demekî dirêj bes di partiyên dewletên de cî girtin. Dema ku di partiyên Tirkan de cî girtin wek tirkan siyaset meşandin. Di wan partiyan de derfet tune bû ku ji bona mafên kurdan xebat bikin. Bes di Partiya Karker ya Tirkiyeyê (TÎP) de siyasetvanên kurd bi nasnameya xwe di partiyê de cî girtin. Mafên ziman û çand parastin. Di sala 1974an de jî di derbarê pirsa kurd de biryareke pozîtîf wergirtin. Di biryarê de mafên hebûn,, ziman, çanda kurdî hat parastin.
Divê em di nav partiyên tirk de ferqekê biçûk bew jî diyar bikin: Partiyên tirkan nisbî be jî, li endamên xwe yên kurd biçavakî cûda mêze dikirin. CHP bi her awayî kurd înkar dikir. DP, di siyaseta fermî de kurd înkar dikir, lê di bi awaye civakî kurd nas dikir.
Di vê qonaxê de jî di dipartiyan tirkan de guhertinek tune ye.
Kurd li Tirkiyeyê piştî salên 1946an xwediyê derfet nebûn ku xweser bikevinn hilbijartinan.
Bes piştî salên 1974an ji bona kurdan hilbijartina wateyeke nû qezenç kir.
Kurdan, kurdperweran di qonaxa Bihara 2emîn ya Tevgera Bakûrê Kurdistanê de, dest bi niqaşeye kirin, ku platforma hilbijartinê xweser bi kar bînin. Lê di nav rêxistin û partiyên Kurdistanê de nerînên cûda hebûn.
Wek tê zanîn kurdperwer û partiyên wan, bi namzetê serbixwe beşdarî hilbijartinên giştî û herêmî bûn.
Kurdperweran wê demê bi giranî tespît kirin, ku hilbijartin ji bona kurdan, kurdperweran, partî û rêxistinên Kurdistanê, taktîk e. Kurd divê ji bona ku propagandaya tevgera milî, pêşxistina şiûra milî, xûrtkirina tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê, ji bona Dewleta Federal, Konfederal, Serbixwe ya Kurdistanê şert pêk bên, platforma hilbijartinê bi kar bînin.
Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, her dem platforma hilbijartinê bi kar bînin..
Lê nayê wê wateyê ku partiyên Kurdistanê û kurdperwer dê daîmî beşdarî hilbijartina bibin.
Divê kurd û kurdperwer, rêxistin û partiyên Kurdistanê dema şert amade bin, dikarin beşdarî hilbijartinê bibin.
Bİ ÇEND BABETAN KURD, KURDPERWER, PARTÎ Û RÊXISTINÊN KURDİSTANÊ DIKARIN BEŞDARÎ HILBIJARTINAN BIBIN…
Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê dikarin bi çend babatan beşdarî platforma hilbijartinê bibin. An jî wateyeke platformama hilbijartinê bi kar bînin.
1-Heger şertên partiyên Kurdistanê amade bin, dikarin xweser, bi tîfaq beşdarî hilbijartinê bibin.
2-Heger partî nikaribin li ser navê xwe beşdarî hilbijartinê bibin, şert pêk hatibin dikarin bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin.
3-Heger ji derveyî partî û rêxistinên Kurdistanê namzetên serbixwe hebin, girêdayî armancên min li jor diyar kirin, dikarin ji wan nammzetan re bibin piştgir.
4-Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê dikarin hilbijartinan BOYQOT bikin.
5-Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê dikarin ji gel daxwaz bikin ku neçin ser sendûqan û deng nedin.
6-Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê, bes ji bona propagandaya tevgera milî, pêşxistina şiûra milî, xûrtkirina tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê, ji bona Dewleta Federal, Konfederal, Serbixwe ya Kurdistanê şert pêk bên, platforma hilbijartinê bi kar bînin.
HILBIJARTINA HERÊMÎ YA 2019 Û BAKÛRÊ KURDİSTANÊ…
Dema ku ez şertên Bakûrê Kurdistanê analîz dikim û vekirî dibînim, ku tu şertekî partî û rêxistineke Kurdistanî ya beşdarî hilbijartinê bibin tune ye.
Partî û rêxistinên Kurdistanê ji bona xweser namzet nîşan bidin jî şertên wan tune ye. Lewra hêz nînin.
Ez di van şertan de girêdayî rewşa Tevgera milî ya Kurdistanê ji bona boyqot û neçûna ser sendûqê jî şert nînin û rast nabînim..
BES: Kurd, kurdperwer, partî û rêxitinên Kurdistanê, ji bona propagandaya tevgera milî, pêşxistina şiûra milî, xûrtkirina tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê, ji bona Dewleta Federal, Konfederal, Serbixwe ya Kurdistanê şert pêk bên, platforma hilbijartinê dikarin bi kar bînin.
Amed, 16. 11. 2018